Kurdên li Rennesê Kasim Engîn bi bîr anîn
Li bajarê Rennesê yê Fransayê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn.
Li bajarê Rennesê yê Fransayê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn.
Endamên Navenda Civaka ya Kurdan a Demokratîk a li bajarê Rennesa Fransayê û Komeleya Jinan a Zînê li Komeleya Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Amarayê hatin ba hev. Di çalakiyê de Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn ê ku di 27’ê Gulanê de di êrîşa hewayî de şehîd bûbû.
Çalakiya bibîranînê bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê û ya şehîdê şoreşa dinyayê dest pê kir.
Çalakiya bibîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Kasim Engîn bi dawî bû.