Piştî sûîqesta li Parîsa paytexta Franseyê ku di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê û jina ciwan a Kurd Leyla Soylemez hatin kuştin, Kurdên li Parîsê dijîn li cihê bûyerê kom dibin.
Şevê din li Parîsa paytexta Franseyê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan a bi navê Leyla Soylemez di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin. Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEYKA) bi daxuyaniyekê bang li Kurdan kir ku li cihê bûyerê kom bibin. Piştî bangê Kurdistaniyên li Parîsê berê xwe dan avahiya Buroya Enformasoyan a Kurdistanê. Lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê didome û hate zanîn ku dê cenaze kêliyeke din derxînin derve.
Tê diyarkirin ku di êrîşê de ji bo çekan bêdengker hatine bikaranîn. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Tê diyarkirin ku gulle li serê Cansiz û Dogan, û li zikê Soylemez ketine. Polîsên Fransî li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.
FEYKA’yê bi daxuyaniyekê bang li Kurdên li Franseyê kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan û ji esnafên Kurd xwest ku derabeyên xwe venekin û paçeyên reş bi deriyên xwe ve bikin. Her wiha bang li hemû Kurdên li Franseyê dijîn kir ku li ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê kom bibin. FEYKA’yê bang li hemû Kurdên li Ewropayê dijîn ku li Parîsê kom bibin.
Hêjayê gotinê ye ku Buroya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê li yek ji cihê herî qelebalix ên Parîsê Gare du Nordê ye.
Ji dadgerên “dijî-terorê” yên Frensî Thierry Fragnoli di mehên borî de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew tevî 3 dadger, 8 dozger û 28 komîseran li ser xebatên Kurdên Franseyê dijîn dixebitin. Niha tê mereqkirin ka ev sûîqest çawa di bin kontrolek ewqas dijwar a dewleta Franse ya li ser Kurdan de pêk hatiye.