Kurdên li Munchenê tevî dostên xwe li dijî êrîşan daketin qadan
Bi sedan kesên li bajarê Munchenê yê Elmanyayê daketin qadan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Bi sedan kesên li bajarê Munchenê yê Elmanyayê daketin qadan, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan destpêkê li ber avahiyên radyoya Bayern û qenala televîzyonê li hev civiyan û êrîşên qirkirinê şermezar kirin.
Çalakgeran alên PYD, YPG û YPJ'ê vekirin û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Danê êvarê jî li HBF'ê çalakiya bê îteatiya sivîl hate kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin, Jiyan, Azadî", "Faşîst Erdogan", "Dewleta kujer wê hesab bide" hatin qîrîn.
Îro jî wê li Munchenê saet 11:00 li ber Konsolosxaneya Rûsyayê, 13'ê Adarê roja Sêşemê saet 09:00 li ber Serokwezaretiya Bavyerayê, saet 11:00 jî li ber Konsolosxaneya DYA çalakî bên lidarxistin.