Înîsiyatîfa Gelê Kurd a li Libnanê dest bi berhevkirina alîkariya ji bo Serêkaniyê kir.
Piştî ku komên çete roja 8’ê mijdarê ketin bajarê Serêkaniyê, ji ber pevçûn û êrîşên dijwar bi hezaran kes koçber bûn û gelek kes jiyana xwe ji dest dan, her wiha gelek kes bê war man. Inîtsyatîva gelê Kurd li Libnanû bi armanca alîkariya xelkê Serêkaniyê dest bi pêngava berhevkirina alîkariyê kir.
Înîtsyatîva gelê Kurd li Libnanê bi vê armancê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de ji bo berhevkirina alîkariyê bang li gelê Kurd ê li Libnanê tê kirin ku bi awayekî çalak tevlî vê kampanyayê bibin.
Înîtsiyatîva gelê Kurd li Libnanê di daxuyaniya xwe de ji bo kesên ku bixwazin alîkariyê bidin du hejmarên telefonan destnîşan kirin:
TEL.
76118062
76837088