Kurdên li Helebê jiyana xwe ji dest dan îro dê werin oxirkirin
Kurdên li Helebê jiyana xwe ji dest dan îro dê werin oxirkirin
Kurdên li Helebê jiyana xwe ji dest dan îro dê werin oxirkirin
Li Helebê Saziya Malbatên Şehîdan amedekariyên definkirina welatiyên ku di encama tobarana balafirên rêjîma Bass ya li ser Taxa Eşrefiyê ya ku piraniya şêniya wê Kurd e de jiyana xwe ji dest dan qedand.
Saziya Malbatên Şehîdan bang li hemû Kurdan kir ku di merasîma spartina axê ya welatiyên ku şevê din di encama topbarana balafirên rêjîma Bass ya li Ser taxa Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wê kurd in, di encamê de ji wan 3'ê zarok bi giştî 14 kes jiyana xwe ji dest dan û 42 kes birîndar bûn, bibin.
Derbarê amedekariyê de Endama Saziya Mlbata Şehîdan Henan Mihemed diyar kir ku ew hewl didin hemû navên kesên jiyana xwe ji dest dane aşkere bikin. Her wiha diyar kir ew ê ji bo ewlekariya riya di navbera Heleb û Efrînê û destnîşan kir ku divê welatî bi saxlemî bigihin Efrînê.
Merasîma spartina axê dê îro saet di 9.00’an de li ber Dibistana Yasîn Yasîn li Taxa şêx Meqsûd dê pêk bê û piştre dê cenaze ber bi goristana şehîdan a li gundê Menan a navçeya Şeran a Efrînê bên şandin û dê li wir bispêrin axê.