Kurdên li Girê Spî (Til Ebyad)ê bi komkujiyê re rû bi rû ne

Kurdên li Girê Spî (Til Ebyad)ê bi komkujiyê re rû bi rû ne

Piştî ku şervanên YPG’ê bajarê Serêkaniyê ji destê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra rizgar kirin û çete li ber berxwedana YPG’ê li Serêkaniyê têk çûn bi alîkariya hin tabûrên din ên di bin banê wan de zext li Kurdên Girê Spî kirin û ji wan xwestin ku têkevin bin baskê wan de. Kurdên Girê Spî daxwaza wan qebûl nekirin û di encam de van koman dest bi girtin û kuştinê kirin. 

ÊRÎŞ PÊK ANÎN

Li gorî nûçeya Elbaz Omer a di Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de, Çeteyên El-Nusra êrîşî malê Kurdan kirin û di mizgeftan de bang kirin ku kuştina Kurdan, talankirina malên wan û destdanîna ser jinên wan helal e. Ev komên çete yên El-Nusra bi navê Îslamê êrîş pêk anîn û dest bi talankirin û şewitandina malên Kurdan kirin. Her wiha gelek Kurdên sivîl jî revandin û êşkence li wan kirin. Di nava êrîşan de ji bilî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam hin tabûrên din ên weke Tevgera Ehrar El-Şam jî cihê xwe girtin. Di êrîşan de çekên giran hatin bikaranîn. Êrîşan, bi teqandin û talankirina Mala Gel a Bajêr destpê kirin, piştre dest bi talankirina  malên welatiyên sivîl kirin û malên wan jî talan kirin û şewitandin

SIVÎL REVANDIN

Çeteyên El-Nusra welatiyên sivîl ku ji ber êrîşan ji bajar derdiketin revandin û êşkence li wan kirin. Li gorî agahiyên hin welatiyan ku hatin berdan diyar kirin ku komên çete di nav de jin û zarok zêdetirî hezar kesî revandin û ew li girtîgehên Ehrar El-Şam, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam, Tabûra Welîd Elsixnî belav kirin, hinek jî rê kirin Reqqayê.

Mala Gel a Girê Spî hat talankirin û paşê hate teqandin, malên welatiyan jî hatin talankirin û paşê şewitandin. Hîn jî nêzî 10 malên ku ji aliyên van koman hatine numarakirin li benda ku wan bişewitînin, li gundê Gir Hesatê piştî ku ji aliyê şêniyên gundê Sukriyên ve hatin talankirin 7 mal hatin şewitandin.

GUNDÊ TENHÛZÊ TALAN KIRIN

Şahidên bûyerê derbarê kiryarên van komên çete de tiştên bi sosret tînin ziman. Yek ji şahidên ku nexwest navê  xwe aşkera bike diyar kir ku kiryarên van koman li dijî mirovahiyê ne. Şahid dibêje ku komên El-Nusra êrîşî gundê Tenhûzê kirin, gund hemû talan kirin, mal, zêr û erebeyên gundiyan hemû dizîn.

'MIN BI DOÇKAYÊ VE DALIQANDIN'

Welatiyekî ku dîl hatibû girtin û paşê hatibû berdan derbarê hovîtiya komên çete de ev tişt anîn ziman “Destên min girêdan û ez bi Doçkayê ve daliqandim û bi daran li min didan ta ku ez ji ser hişê xwe ve çûm, Her ji me re digotin hûn Kurd in, malên xwe berdin û herin Kobanê dewleta xwe çêkin.”

Bavê Elî yê 54 salî ev tişt anîn ziman “Em hemû xistin odeyeke mezin, her nava çend kêlîkan yekî rûpêçayî dihat û li me dixist, yekî ji wan li ber çavên kurê min pêlava xwe xist devê min û gotinên kirêt ji me re digotin."

Welatiyê bi navê Wehîd ku nû ji destên komên çeteyan hatiye berdan, şûna lêdan û êşkenceyê hîn jî li ser laşê wî xuyaye, Wehîdê ku ew û bavê wî û 2 birayên wî bi hev re hatibûn girtin dibêje, “Ez xistim dolabê û bi daran li min xistin heta darê wan şikest.”

Wehîd dibêje ku li ber çavên wî lingê bavê Ela Şêxo şikandin û zêdetirî 10 kesan bi dar û pehînan li Ela Şêxo dixistin.

'JINÊN WAN JÎ ZÊRÊN ME DIDIZÎN'

Hacî Ehmed dibêje “Min malbata xwe ji rojavayê Til Ebyadê direvand, di rê de erebeya min rawestandin ez avêtim erdê û pêl pişta min kirin, paşê hemû pereyên min û zêrên hevsera min dizîn. Hacî Ehmed dibêje Malbata Umer ku bi çeteyan re hevkar e jinên xwe jî bi xwe re anîbûn da ku zêrên jinên Kurd ji wan bistînin.

Li hember van kiryarên dijmirovahî û hovane ku li dijî gelê Kurd ê Girê Spî pêk tên civaka navneteweyî û ya herêmê hîn jî bêdeng e. Ne tenê ew her wiha hêzên opozisyonê (muxalefetê)  yên ku qaşo ji bo azadiya gel dixebitin li hember van kiryarên tunekirin, çewisandin û jenosîdê bêdeng in.