Kurdên li Fransayê ji bo hilbijartinê zend û bend ba dan
Saziyên Kurdan ên li Fransayê civînek li dar xistin û bi vî rengî dest bi karên hilbijartinê kirin.
Saziyên Kurdan ên li Fransayê civînek li dar xistin û bi vî rengî dest bi karên hilbijartinê kirin.
Civîn li paytext Parîsê pêk hat û Hevserokên Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ên li Bakurê Fransayê, berdevkên komîsyonan û nûnerên saziyên baweriyan tevlî bûn.
Di civînê de hate ragihandin ku divê beriya her tiştî qeyda hilbijêran bê kontrolkirin û ya nû were kirin.
Ji ber ku karê qeydkirina dengdêran wê 4'ê Gulanê biqede, li hemû NCDK'eyan maseyên agahdarkirina qeyda hilbijêran hate kirin.
Destpêkê wê koordînasyona ji 7 kesan û komîsyonên hilbijartinê yên li herêman hatine avakirin qeyda dengdêran kontrol bikin.
Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) diyar kir ku Kurdistaniyên li Fransayê dijîn divê qeyda xwe ya dengdanê kontrol bikin.
Hevserokatiya CDK-F'ê da xuyakirin ku li hemû saziyên Kurdan maseyên agahdarkirinê hatine avakirin û bang li dengdêran kir ku zû ne dereng biçin konsolosxaneyan û qeyda xwe bikin.