Kurdên li Ewropayê êrîşên qirkirina siyasî şermezar kirin
Kurdên ku li gelek navendên Ewropayê çalakiyan li dar dixin, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî parlementerên HDP’ê şermezar kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 4 sermawezê 2016, 19:07
INNSBRUCK
Li bajarê Innsbrûckê yê Avûstûryayê gelek Kurd û hevrêyên wan bi pêşengiya Yekîtiya Hêza Demokratîk çalakiyek li dar xistin. Çalakvanên ku li Kolana Marîa Theressayê hatin gel hev bi dirûşmeyan dewleta tirk şermezar kirin.
GRAZ
Li Grazê bi çalakiyekê girtina hevserok û parlementerên HDP'î hat şermezarkirin. Çalakvanên ku li Grîesplatzê hatin gel hev dem bi dem dirûşmeyên wek "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" berz kirin û xwestin demildest parlementer serbest bên berdan. Çalakî saet di 17.30'an de bi dawî bû.
ZURÎH
Li Zurîha Îsvîçreyê bi hezaran Kurdistanî û hevrêyên wan bi meşekê faşîzma AKP'ê şermezar kirin. Meş li ber avahiya şaredariyê dest pê kir û heta Balyozxaneya Tirk domand. Di dema meşê de li kolana Centralê ya herî qelebalix çalakiya rûniştî hat lidarxistin. Mirovên meş temaşe dikirin, bi çepikan piştevaniya meşê kirin.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheiyê jî di çalakiya bi pêşengiya NAV-DEM û DGB’yê hat lidarxistin de bi sedan kes li Paratdaplatzê hatin gel hev. Çalakvanana di meşê de êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
RENNES
Li bajarê Rennesê bi pêşengiya CDK-Rennes û Komeleya Jinê ya Zînê çalakî hatin lidarxistin. Çalakvanên ku li stasyona trênê ya Rennesê çalakiya dagiriyê li dar xistin, êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Li gel Rennesê, li bajarê Nantesê jî li ber balyozxaneyê û Walîtiya Nantesê çalakî hatin lidarxistin.
HAMBÛRG
Li Hambûrgê bi hezaran kesî faşîzma Erdoganî şermezar kirin û ber bi Parlementoya Hambûrgê ve meşiyan. Li ber parlementoyê Hevserokê PYD' ê Salih Mûslîm axivî. Muslîm diyar kir ku, sepandinên faşîst ên Erdoganî ne nû ne û got, çawa ku Kobanî ji nû ve vejiya, dê Kurd qethiyen serî netewînin.
Di dema meşê de parlementerên Partiya Çepgir a Hambûrgê û Partiya Keskan jî anîn ziman ku, ew dê piştevanên HDP û Kurdan bin.
Her wiha dê îşev li Zanîngeha Hambûrgê bi beşdarbûyîna Salih Muslîm panelek bê lidarxistin. Hat zanîn ku, ji bo çalakiya ku dê sibê li bajarê Kolnê bê lidarxistin, dê ji Hambûrgê otobês saet di 24.00'an de ji ZOB'ê rabin.
LEÎPZÎG
Li bajarê Leîpzîgê yê Almanyayê jî derhenerên ku ji Tirkiyeyê beşdarî Mîhrîcana Belgefîlman bûn, êrîşên li dijî HDP'ê şermezar kirin. Di çalakiyê de piştevaniya Almanyayê ya ji bo Erdoganî jî hat şermezarkirin.