Kurdên li Ewropa ji bo Ocalan rabûn ser piyan
Kurd li gelek navendên Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Kurd li gelek navendên Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
HAMBÛRG
Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya girseyî ya li Hambûrgê hate lidarxistin, destekdayîna Elmanya ya ji bo Erdogan ê zext û zilmê li Kurdan dike hate prostokirin.
Mîtînga li semta Altonê hate lidarxistin parlementerê partiya çep a Hambûrg Martîn Dolzer û li ser navê Melîsa Jinan a Rojbîn Anja Flach û Bedîa Demîr axivîn. Demîr li ser tecrîda li hember Ocalan û bandora wê ya li ser civakên Rojhilata Navîn axaftin kir û parlementer Martîn Dolzer jî destekirina Elmanya ya ji bo Erdogan ê di her kêlî û fersendê de zext û zordariyê li Kurdan dike, qebûl nakin. Dozler diyar kir ku Abdullah Ocalan a bi projeya Komfederalîzma Demokratîk a pêşxistî wê li Rohilata Navîn pêvajoyek ya aştiyê bide destpêkirin.
Dema girseyê dest bi meşê kirin, polîsên Elman bi hinceta rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd xwestin mudaxele bikin. Li ser vê aktivîsta jin û nivîskar Anja Flach axivî û anî ziman ku polîsên Elman serî li hember pêkanînên dîktator Erdogan ditewînin, diyar kir ku bi raman Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê sîstemeke demokratîk, ekolojî û azadiya jinê ji nû ve tê afirandin. Flach axaftina xwe bi gotina: “Azadiya Abdullah Ocalan azadiya Rojava ye û azadiya me hemû yane” bi dawî kir.
DÛÎSBÛRG
Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî û protestokirina qetlîamên li ser gelê Kurd, li bajarê Dûîsbûg ê Elmanayyê meşek hate lidarxistin.
Nêzî 1000 Kurdistaniyên di saet 14:00’an de li pêşiya stasyona trenê ya navendê kom bûn, pankarta “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” vekirin. Piştî axaftinên hatin kirin xwepêşander ji gara trenê ya navendê heta pêşiya Şaredariya Dûîsbûrgê meşiyan.
Di tevahiya meş û mîtîngê de,axaftinên bi Kurdî û Elmanî hatin kirin, êrîşên faşîst ên AKP’ê di serî de li ser Rêberê Gelê Kurd Birê Ocalan û girtiyên siyasî gihiştiye wê astê ku neyê qebûlkirin.
Di axaftinên mîtîngê de hate kirin wiha hate gotin: “Êrîşkirina li ser nirx, bawerî û gelê Kurd tê watay devjêberdana têkoşîna azadiyê. Di pêvajoya dawî de bi tecrîda li ser Rêbertiya me re asta êrîşan gihişte wê astê ku neyê qebûlkirin . Heta ku Rêbertiya me bi awayekî fîzîkî azad bibe em dev jî têkoşînê bernadin.”
Di mîtîngê de li ser navê MLDP’ê jî axaftin hatin kirin.
DARMASTATD Û MANNHEÎM
Li bajarê Darmestadt ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Meclîsa Jinên Sara ya Darmstadt li Darmstadtê meşek hate ldiarxistin.
Meclîsa Ronahî Bêrîvan a Mannheîmê û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Manheîmê jî destek da meşê û beşdarî meşê bû.
Di saet 14:30’an de Kurdistanî li Darmstadt Lûîsenplatzê kom bûn û dest bi meşê kirin. Çalakvanên ku pankartên bi zimanê Elmanî bilindkirin, ji bo Ocalan azadî xwestin.
PARÎS
Li paytext Parîs a Fransayê ji bo balê bikişîn ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî Kurdistanî û dostên wan meşek lidar xistin.
Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) çalakiya ku hate lidarxistin nûnerên ACTÎT’ê û beşdariya Kurdistaniyan a zêde saet 18:00’an li Qada Bastîlle destpê kir.
Di meşê de pankata “ Ji Ocalan re azadî” hate vekirin û belavokên ku balê dikişîne ser tecrîda li hember Ocalan hatin belavkirin.
Li Qada Repûlîqe mîtîngek hate lidarxistin. Endamê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) Vedat Bîngol ê got: “Azadiya Ocalan azadiya hemû gelan e” wiha pêde çû: “Ev nêzî 2 sal in me ti agahî ji Rêbertiya xwe negirtiye. Faşîzma Tirk a li hember pradîgmaya ku Rêbertiya me pêş xistiye ketiye tengavê, tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me dide pêkanîn. Heta ku em vê tecrîdê bişkînin û azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin em ê her roj li qadan bin û çalakiyan pêk bînin.”
Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.
MARSÎLYA
Piştî banga KCDK-E ya çalakiyan a li sernaserî Ewropayê û şûnde Kurdistaniyên li herêmên Marsîlyayê dijîn daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin, azadiya Ocalan qîr kirin.
Girseya kul i Qada Marsîlya-Canebîere kom bûn,daxwaza azadiya Ocalan kirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “ Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin. Her wiha poserê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û flamayên TJK-E’yê hatin hildan.
Maş kul i Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê pêk hat, li Qada Vîeûx-Portê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi sirûda netewî ‘Ey Raqîb’ û deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê Kurdistaniya dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi yek dengî qîr kirin.
Di mîtîngê de li ser navê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyaû li ser navê NCKD a Marîgnane û Marsîlyayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku divê her kes li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ser lingan.
Mîtîng bi dirûşman ve bi dawî bû.
LOZAN
Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Dêra Lozan St.Larentê kom bûn bi çalakiya lidar xistin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di çalakiya li gel posterên Ocalan alên PKK, KCK û YPG’ê hate hildan de, dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” hate qîrkirin. Belavokên bi zimanê Fransî ku asta tecrîdê tîne ziman jî hatin belavkirin.
Di axaftinên çalakiyê de hate kirin bal kişand ser asta tecrîdê ya li ser Ocalan û hate xwestin ku bi lezgîn dawî li vê tecrîdê bê anîn. Hate diyarkirin ku divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rabe ser piyan û piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê.
BÎEL
Bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bîel, Kurdistaniyên ku li navenda bajarê Bîel kom bûn çalakiyek lidar xistin û tecrîda girankirî ya li ser Ocalan protestokirin.
Di çalakiya posterên Ocalah heta hildan de, di axaftinên hatin kirin de bal kişand tecrîda girankirî ya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Ocalan dide pêkanîn, daxwaz hate kirin ku divê hêzên navneteweyî ji bo azadiya Ocalan bikevin navna liv û tevgerê.
Çalakî piştî axaftinên hatin kirin û şûnd bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.
GRAZ
Îro li bajarê Graz ê Avûstûrya yê tecrîda girnakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate protestokirin.
Meşa ku bi pêşengtiya Navend Civaka Kurd a Demokratîk a Graz hate lidarxitin, saet 16:00’an de ji Grîesplatzê destpê kir û bi mîtînga li Sudtîroler Platzê bi dawî bû. Meşa ku gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn de, di tevahiya rê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatinqîrkirin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
Di axaftinên bi zimanê Elmanî, Kurdî û Tirkî hete kirin de, hate diyarkirin ku bi salan eli ser Ocalan tecrîd tê meşandin, hat gotin ku êdî ev esereta li ser Ocalan tê meşandin nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê têde hete destnîşankirin ku ji rewş û tenduristya Ocalan bi fikarin de, di heman demê de tê wateya dîlgirtina gelê Kurd jî. Daxwaz hatekirin ku ji bo ev polîtîkayên pêkanînê yên dewleta Tirk a li ser Ocalan bi dawî bibin divê zextên dîplomtîk bên kirin, hat gotin ku li Rojhilata Navîn gerantorê aştiyê Ocalan e.
Meş li gel qêrkirina dirûşman saet 17:30’an bi dawî bû.
BRÛKSEL
Li paytext Brûksel a Belçîkayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya tevgera jinên ciwan meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên li Qada Schûmannnê kom bûn posterên Ocalan hildan û heta Qada Port Namûr meşiyan.
Li vir mîtîngek hate lidarxistin û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin. Di çalakiyê de tim dirûşma “Bijî Serok Apo’ hate qîrkirin.