Kurdên li Ermenîstanê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hat şermezarkirin. Civîn li ofîsa Kurdistan Komîte hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bi civînekê hat şermezarkirin. Civîn li ofîsa Kurdistan Komîte hate lidarxistin û gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir, Serokê Şêwra Kurdên li Ermenîstanê Kinyasê Hemîd û endamê Kurdistan Komîte Dawûd Karasû weke qiseker beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Kinyasî Hemîd axivî û di destpêk axaftina xwe de hemû hêzên di nava komployê de cih girt, şermezar kir. 

Hemîd da xuyakirin, ku bêbextiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, bêbextiya li gelê Kurd e û got, "Ez bang li hemû welatên cîhanê dikim. Bes e ev durûtî. Eger hinekî rûmet bi van welatan re hebe, wê destê xwe bidin gelê Kurd û rûyê xwe yê reş ê di vê bêbextiyê de bişon."

Endamê Kurdistan Komîte Dawûd Karasû jî diyar kir, ku milîtanên Apoyî ti carî vê bêbextiyê qebûl nakin û hemû hêzên komploker şermezar kir.

Karasû da zanîn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi felsefeya xwe, bi siyaset û paradîgmaya xwe ev bêbextî pûç kiriye û got, "Gelê Kurd êdî li ser piyan e û xwedî li vîna xwe derdikeve. Lewma ez dikarim bi rehetî bêjim, Rêber Apo pêşî li vê komployê girtiye. Hêvîdar im em ê îsal Rêber Apo ji zîndan Îmraliyê derxînin û Kurdistanê azad bikin. Li ser vî esasî dibêjim, azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye."

Civîn bi dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.