Kurdên li Ermenîstanê ji bo Efrînê meşiyan

Kurdên li Ermenîstanê bi meş û mîtîngekê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin. 

Ji bo şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û piştevaniya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, Kurdên li 11 gundên Kurdan ên Ermenîstanê li gundê Derikê yê navçeya Ahbaranê li hev civiyan û meş û mîtînge li dar xistin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ermenîstanê ve hate organîzekirin û bi giranî jin û zarok tevlî bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî Serok Apo", "Bimire Erdoğgan" û "Dewleta Tirk wê têk biçe" hatin qîrîn.

Bi navê Meclîsa Jinê Medya Garzan li qada mîtîngê axivî û komkujiya li Efrînê ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ve tê kirin bi tundî şermezar kir.

Garzan bi bîr xist gelê Kurd heta niha li seranserê Sûriyeyê bi îradeya xwe li ber xwe da, ev yek di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de îspat kir û got, "Vê carê jî wê gelê me li Efrînê Erdoğgan û hevalbendên wî bifetisîne û Efrîn wê ji Erdoğan re bibe gor."

Medya Garzan bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiyên li Efrînê tê kirin û got, "Em bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin. Bila hemû hêz baş zanibin ku ti kes nikare vîna gelê me bişikîne."

Garzan ji dewletên Rûsya û Tirkiyeyê re jî got ku ti kes nikare destketiyên gelê Kurd ên bi xwîna keç û xortên çeleng hatine afirandin ji holê rake.

Berpirsyarê gundê Derikê Îşxanê Elo jî bang li gelê Kurd kir û got, "Divê em êdî berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî û tifaqa xwe pêk bînin. Bi yekgirtinê em dikarin Efrînê biparêzin."

Elo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û hevkariya Rûsyayê bi tundî şermerzar kir û berxwedana şervanên YPG/YPJ û QSD'ê silav kir.

Piştî mîtîngê girseya gel bi alên di destê xwe de li nava gund meşiya û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" qîriya.