Êzîdiyên li Ermenîstanê ji bo geşkirina rêxistiniya xwe dest bi civîn û nîqaşa kirin.
Destpêka van civînan li gundê Dêrikê yê herêma Elegezê ya Ermenîstanê bû. Di civînê de hate gotin hewceyî bi civînên bi vî rengî heye û li hemû gundan bi civînan wê hewl dibin ku probelam çareser bikin.
RÊXISTINIYA JI JÊR BER BI JOR VE
Xweavakirin ji jêr ber bi jor ve, ji gundan ber bi bajaran ve wê pêk were. Yek ji armanca serek ya civînan avakirina komun, meclîsên gel û komiteya ne. Li ser vê esasê wê wê rêveberiyeke bi temsîla tevahiya gel were avakirin.
Di civînê de rewşa siyasî û leşkerî ya Kurdistanê hate gotûbêjkirin. Her wiha rewşa siyasî, aborî û civakî ya Kurdên Ermenîstanê hate nîqaşkirin.
Giringiya jin û ciwanan a di nav xebata de hate destnîşankirin û hate xwestin ku pêşengiya şoreşê û avakirina komunan bikin.
JI BO AZADIYA OCALAN..
Di civînê de li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate axaftin û hate gotin ev rewş nayê qebûlkirin. Ên ku tevlê civînê bûbûn, dilsoziya xwe ya bi Ocalan, şehîd û gerîlayan re diyar kirin. Her wiha ji bo azadiya Oclan hate gotin divê xebateke domar were kirin.
BANGA ÇÛNA SER SENDOQAN
Kesên ku tevlî civînê bûn bal kişandin ser hilbijartina Bakurê Kurdistanê û bang kirin ku her kes biçe ser sendoqê û dengê xwe bidin HDP’ê û Demîrtaş.
Dawiya civînê nûnerên jin û ciwanan û her wiha komîteyeke ji 5 kesan hate avakirin.