Kurdên Êrîvanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
Kurdistaniyên li Ermenîstanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Ermenîstanê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê, li avahiya Ajansa Ermenîstanê (Mamûlî Şênk), ji ber sedema tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek hate dayin, tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkiin.
Daxuyanî bi organîzasyona Komîteya Kurdistanê û Şêwra Kurdên Ermenîstanê û Meclîsa Şengalê ve hate dayin. Serokê Şêwra Kurdên Ermenîstanê, Parlamenterê Kurd Kinyasê Hemît axivî û got, ‘’Em rizgarkirina Reqayê ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê li Rêber Apo, li tevhiya gelê Kurd, li Rojhilata Navîn û bi taybet li gelê Rojava pîroz dikin.’’
Hemît bi domdarî bi bîr xist ku ev 2,5 sal in dewleta Tirk nahêle Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hev bibîne, ji bo vê jî gel derbarê Ocalan ne xwedî agahî ye, bi fikar e. Hemît di axaftina xwe de bang li dewletên dinyayê kir ku dengê xwe li dewleta Tirk bikin da ku li ser rewşa Ocalan rawestin û got, ‘’heke tiştek bi Serokê me were em ê bêdeng nemînin. Em bang li dewleta Tirk jî dikin ku di zûtirîn demê de bihêle ku malbat, parêzer biçine cem Rêber Apo.’’
Li ser navê Komîteya Kurdistanê Jinîka Qadir axivî û got, ‘’Jina Kurd pêwîst e ji îro û şûn de li ser piyan bin û heta ku ji Rêber Apo agahî neyê girtin li cihê xwe rûnenin. Em dibêjin, azadiya Rêbertiya me azadiya me ye, em dibêjin, bijî Serok Apo.’’
Li ser navê Meclîsa Şengalê Silo Dirboyan got civaka Êzîdî li kûderê jî be divê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwedî derkevin û her wiha bang li dewletê cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bihêlin Ocalan re hevdîtin çêbibin.