Kurdekî din li Şamê kuştî hate dîtin

Kurdekî din li Şamê kuştî hate dîtin

Li paytexta Sûriyê Şamê, Welatiyê kurd Hesen Elî Elî (39) ku ji beriya 3 rojan ve winda bû kuştî hate dîtin.

Piştî Hisên Elî Elî yê ji Girkê Legê û li Herêma nebek a Şamê rûdinişt, beriya 3 rojan winda bû, cîranên wî lêgerîn destpê kirin. Di encama lêgerînê de Elî di mala xwe de kuştî hate dîtin. Kujeran cenazeyê Elî di nava betaniyekê de pêçabûn û kirbûn bermîlekê de û di mala wî de bi cih kiribûn. Li gorî rapora tibî diyar bû ku Elî hatiye xeniqandin.

Hisên Elî Elî li Gundê Helêq a Girkê Legê di sala 1964’an de ji dayik bûye. Elî bavê 7 zarokane û bitena xwe li Şamê bû.

Cenazeyê Hesen dê di 17’ê Gulanê bighê gundê Hekêq a Girkê Legê û li vir bispêrin axê.