Kurdan û Fransizan panêla 'Rojava' dan

Kurdistaniyên li Fransa Reîmsê û Fransizan panêleke bi navê ''Şoreşa Rojava'' dan.

Li Reîmsê ya Fransayê panêlek ji hêla  Kolektîfa Kurd a Reîmsê ve hate organîzekirin. Partiyên sosyalîst û komunîst, sendîka û nûnerên Partîzan ên Ewropa jî li panêlê hazir bûn. Panêl bi axaftinên Frsansî dest pê kir.

'ŞOREŞA GEL'

Nûnerê Representation du Rojava en France Parîsê Baker Eulkurdo di panêlê de axivî, got, tiştên ku li Rojava dibin şoreşa gel e û şoreş didome. Panêl bi pirs û bersivan bidawî bû.

Li panêlê li ser şoreşê sînevizyonek hate nîşandan.