Piştî ku cenazeyê sê siyasetmedarên Kurd ên jin ên ku di Navenda Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilkirin, hatin derxistin, bi hezaran kes li pey cenazeyan meşiyan û dirûşimên “Tohildan” û “Şehîd Namirin” diqîrin.
Duh, li Parîsê di encama sûîqestekê li hemberî Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez, hatin qetilkirin. Cenazeyên her sê siyasetmedarên Kurd ji avahiyê hatin derxistin. Pitşî ku cenaze ji cihê bûyerê birin, bi hezaran Kurdistanî li pey pankarta “Tohildan” dest bi meşê kirin.
Parlementerên Partiya Komunîst a Franseyê jî beşdar bûn. Di nava meşê de Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û gelek kesayetên Kurd jî hene.
Girseya Kurdan her ku diçe zêdetir dibe û polîsên Frensî li derdorê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtin.