Kurd û Tamîliyan li dijî qirkirinê meşek hevpar li dar xistin
Li Srî-Lankayê di êrîşa 18’ê Gulana 2009’an a li hember gelê Tamîlê de 90 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 146 hezar kes jî hatin windakirin. Bi boneya 7. salvegera qetlîamê li Parîsê bîranînek hate lidarxistin.
ANF
PARÎS
çarşem, 18 gulanê 2016, 19:26
Di meşa li pêşiya metroya La Chapele saet 15:00’an destpê kir de Kurdistanî, SKB û ACTIT’ê piştgirî kirin.
Di meşê de Kurdistaniyan bi pankarta ku wêneyên yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin li ser bûn, cih girtin û li gel dostên xwe di tevahiya meşê de dirûşmên “Edaletê dixwazin” qîr kirin.
Dema hatin navnîşana 147 rûe la Fayatte a pêşiya Buroya Enformasyona Kurdistanê ku her sê jinên şoreşger lê hatibûn qetilkirin, ji bo her sê jinên şoreşger deqeyek rêz hate girtin.
Dema meş gihişt qada Stalîngradê, li vir gul danîn li ser abîdeya ku qetlîamê temsîl dike. Her wiha li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî gul hate danîn û axaftinek hate kirin. Di axaftinê de nûner bal kişand ser lîstokên li ser Kurdan û Tamîliyan. Hate destnîşankirin ku bi êrîşên qirkirinê ya li hember Bakurê Kurdistanê ve dewleta faşîst a Tirk dixwaze bi modela Srî-Lankayê qirkirinekê bike. Bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li hember van qirkirinan bêdeng nemînin. Her wiha hate bibîrxistin ku heta Fransa cînayetan ronî neke, wê di edaleta Fransayê de qirêjî bimîne û herî dawî ev hate gotin: “Em ji vir bang li edaleta Fransa dikin, van polîtîkayên cînayetan ronî bikin.”