Kurd û dostên wan ji bo Efrînê li ser lingan in

Li Danîmarkayê, Fransa, Swêd û Avûstûryayê Kurd û dostên wan berxwedana Efrînê silav kirin. Di çalakiyên têde bal kişandin ser qetlîamên dewleta Tirk a li ser sivîlan de, dirûşma “Kujer Erdogan” hate qîrkirin.

KOPENGAG

Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê bi sirûda “Bila Zarokên Efrînê Nemirin” meşak hate lidarxistin. Di meşa j istasyona Svanemøllen destpê kir hata Sefaretxaneya Tirk de, dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Her der Efrîn e, her der berxwenda e” û “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” hate qîrkirin.

Di mîtînê de li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê û Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokatîk axaftin hatin kirin û bêdengiya qetlîamên li Efrînê hate şermezarkirin.

SØNDERBORG

Kurdistanî û dostên wan ê li bajarê Sønderborg ê Hollandayê dijîn, ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê mîtîngek lidar xistin.

Di mîtîngê de li ser navê PYD’ê Êro li Sønderborg, Berdevkê PYD’ê yê Danîmarka Selah Mesto û Welîd Êbrahîm axivîn. Di axaftinan de êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

NÎMES

Li bajarê Nîmes ê Fransayê ji aliyê CNT 30, SOLIDAIRES 30, NPA 30, AL 30, PG 30, Ensemble 30 ve ji bo Efrînê aktivîteyek hate lidarxistin.

Di axaftinên aktivîteyê de hate kirin, bal hate kişandin ku li Efrînê sivîl tên qetilkirin, hate ziman ku wê piştîgiya wan bidome û bang li hikûmeta Fransa hate kirin ku li hemberî qetlîaman bêdeng nemîne û têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re bidin rawestandin.

LA ROCHELLE

Li bajarê La Rochelle yê Fransayê jî Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê li kolanan bûn.

Meşa ku bi dirûşma “Efrîn ne bi tenê ye” destpê kir, belavok hatin belavkirin û dirûşim hatin qîrikrin.

Piştî deqeyek rêzgirtina li Place de Gabutê meş bi dirûşman ve bi dawî bû.

VIYAN

Li paytext Viyana ya Avûstûryayê Kurdistanî û dostên wan ji pêşiya Parlementoya Avûtûryayê hata Sefaretxaneya Elman meşek lidar xistin.

Bikaranîna tankên Elman ên di êrîşa li ser Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin.

MALMÖ

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Malmö yê dikeve başûrê Swêdê ji bo êrîşên dagirker ên li ser Efrînê û piştgirîkirina gelê Efrîn û YPG/YPJ’ê carekî din daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan ên saet 13:30’an li Qada Triangelê li hev kom bûn, ji bo protestokirina qetlîam û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê DIAŞ’ê mîtîngek lidar xistin.

Di axaftinên li ser navê Komelên Ciwan hatin kirin de, hate diyarkirin ku ji bo dewleta Tirk statuya gelê Rojava bi dest nexe û asteng bike, dixwaze Efrîna ku gel lê bûne yek tine bike. Welatên rojava yên ku tevî biryara agirbestê jî çav û guhê xwe li dewleta Tirk digirin hatin rexnekirin.

Çalakî bi dirûşmên “Kujer Erdogan, Ewropa ya du rû”, “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bijî YPG/YPJ’ê” bi dawî bû.