Kurd tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Sydneyê bûn

Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li bajarê Awûstralya Sydneyê de Kurd jî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hatin vekirin.

Kurd bi rengê xwe tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li bajarê Awûstralya Sydneyê bûn. Meşa 1'ê Gulanê li parka Balmoralê destpê kir û li parka Vîctorya bi dawî bû. Kurdên li Sydneyê dijîn bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî meşê bûn.

Di meşa 1'ê Gulanê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û ji bo Ocalan dirûşme qîriyan. Kurdistaniyan bi pankart û dirûşmeyan, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin.

...