Kurd li Swîsreyê ji bo Ocalan derdikevin qadan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li gelek bajar û bajarokên Swîsreyê çalakî bên lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan yên li Swîsreyê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyan li dar bixin.

Kurdistaniyan diyar kirin, piştî hewldana darbeyê têkildarî Ocalan fikarên wan zêde bûne û ji bo vê jî ew ê derkevin qadan, tecrîda dewleta Tirk a li Îmraliyê şermezar bikin.

CINÊV

Li Cinêvê, 11’ê Tebaxê saet 15.00-18.00 li ber  avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê gel li hev bicive, bi rayedarên NY’yê re li ser rewşa Ocalan danûstandinan bike.

LUZERN

Li Lûzernê Kurd û dostên wan 11’ê Tebaxê, saet 18.00’an li Thearplaztê wê werin cem hev û mîtîngekê li dar bixin.

ZÛRÎCH

Li Zûrîchê jî, 11’ê Tebaxê saet 15.00’an li ba Konsolosxaneya Tirk wê tecrîd were şermezarkirin.

BASEL

Li Baselê 11’ê Tebaxê saet 18.00’an li Markplatzê bi meşekê tecrîd were şermezarkirin.

Her wiha 13’ê Tebaxê li tevahiya welêt Kurdistanî û dostên wan, bi meşeke navendî wê tecrîdê şermezar bikin, ji Ocalan re azadiyê bixwazin.