BI DÎMEN

Kurd li hemû dinyayê rabûne ser piyan

Kurdistanî û dostên wan ku li deveyî Kurdistanê dijîn, li dijî qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê ya ku bi destê rejîma AKP’/Qesrê tê birêvebirin, rabûne ser piyan.

Di çalakiyan de xwedî HDP’ê û şaredariyên DBP’ê  derketin û peyam hate dayin ku ew ê qet radestî dîktatora Erdogan nebûn û AKP’ê wê têk biçe. Di çalakiyan de hate xwestin ku saziyên Ewropayê li dijî dîktatoriya Erdogan bikevin nav hewldanan.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Toulouse ya Fransayê dijîn bi meş û mîtîngekê qirkirna siyasî şermezar kirin.

Nêzî hezar kesê ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Stesyona Metro a Françoîs-Verdîer gihaştin hev çalakiyek li darxistin. Partiya Komunîs, Partiya Antîkapîtalîst a Nû, Partiya Çepgir, Tevgera Aştiyê, Meşa Jinan a Dinyayê jî piştgirî dane çalakiyê. Girseya ku ji vir bi rê ketî li Meydana Capîtolê mîtîngek li dar xistin.

Di mîtîngê de Chrîstophe Selîn li ser navê Partiya Çepgir axivî û got, ‘’Li welatekî lîder û wekîlên partiyên siyasî tenê di rejîmên dîktatorî de dikarin werin girtin. Rejîma ku hemû daxwazên Kurdan serkut dike, rojname, televizyon, wekî û hevserokên şaredariyan digire dîktator e. Yekîtiya Ewropa û welatên wê divê hemû peymanên baizrganî û sinayî û dîplomatîk ên rejîma dîktator re betal bike, bi bayê biçe dankirinan. Di rewşeke berevajî vê de ew ê jî bibin hevkarê dîktator.’’

Li ser navê Partiya Antîkapîtalîst a Nû jî Pîerre Granet axivî û got li dijî Erdoganê dîktator ew li pişt daxwazên Kurdan in.

Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Xavîer Lambert jîg ot, divê hemû sazî û dezgehên navnetewî li pişt HDP’ê rawestin û got, ‘’Li dijî Erdogan divê Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikevin nav keferatê. Divê PKK ji ‘’lîsteya terorê’ were derxistin û di serî de Birêz Ocalan divê hemû girtiyên siyasî zû serbest werin berdan.’’

Li ser navê Meşa Jinan a Dinyayê jî Marîe Therese axivî û got, Erdogan ji têkoşîna Kurdan diqutife û got, ‘’Jinên Kurd li Kobanê çawa li ber xwe dabin, li dijî dîktatoriya Erdogan jî wê bi heman rengî li ber xwe bidin.’’

Di mîtîngê de ji ji ban tevlêbûna mîtînga 12’ê Mijdarê bang hate kirin, ku mîtîng wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin.

Li bajêr, ciwanên Kurd jî li balafirgehê çalakiya rûniştinê li dar xistin û li HDP’ê xwedî derketin.

Li Cannes a Fransayê bi sedan Kurdistanî li Qada Festîvala Fîlman a Navnetewî civiyan û qirkirina siyasî şermezar kirin. Di çalakiyê de Partiya Komunîst a Fransayê jî hebû. Nûnerê Partiya Komunîst Cot Azûr di çalakiyê de axivî û got ,’’Dîktatoriya Erdogan ji bo mirovahiyê talokeyeke e. Em têkoşîna Kurdan a li dijî barbarîzmê destek dikin. Heta ku barbar têk biçin em ê bi hev re têbikoşin.’’

Li ser navê KCDK-E’yê jî Osman Ibrahîm axivî û got, ‘’Erdogan wê têk biçe û li ser sergoya dîrokê cihê xwe bibîne.’’

ROUEN 

Li Rouen a herêma Normandîe ya Fransayê ji bo HDP’e meşek hate lidarxistin. Di meşê de Kurdistanî û dostên wan piştevaniya xwe ji bo HDP’ê nîşan dan.

Di çalakiyê de, ku li ber Şaredariya Rouenê hate kirin, hate gotin, ‘’Li dijî dewleta Tirk a faşîst ew ê her li ser piyan bin.’’

PARÎS

Li payetexta Fransa Parîs êli banlîyoya Vîllîers Belleyê bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad faşîst dîktatorî ya AKP’ê hate şermezarkirin. Di meşa bi xetîre de bi sedan ciwan berxwedan bakur slav kirin û gotin, ‘’li dijî faşîzma AKP’ê berxwedana me wê domdar be’’

HANNOVER

Li Hannover a Elmanya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî û TKJ-E’yê bi deh hezaran kes xwe berdan kuçe û kolanan.

Li Haûptbahnhofê Kurdistanî û dostên wan xwedî li HDP’ê derketin û qirkirina siyasî ya HDP’ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de li ser Dîe Lînek, ATÎK axaftin hatine kirin û hate xwestin Ewropa bikeve navberê û bixwaze ku HDP’yî serbest werin berdan.

Endamên Ciwanên Azad jî dirûşmên wekî ‘’Bijî Serok Apo, bijî PKK, HDP gel e gel li vir e’ berz kirin.

Her wiha roja Sêşemê li Hannoverê li ber Landtagê, roja Pêrşemê jî li ber Celleyê saet 16.00’an wê meş were lidarxistin.

KOBLENZ

Li Koblenz a Elmanya jî êrîşên li ser HDP’ê hatine şermezarkirin. Çalakî ji hêla Komeleya Kulturzentrum Înternasîonales ve hate organîzekirin, li ber stesyona trênê, ji gelên cihê mirov amade bûn.

Di çalakiyê de Berpirsê Karê Derve ê Komeleyê Erdîn Deniz axivî û got, li pêş dîktatoriya Erdogan tekane asteng HDP ye û ji bo vê jî hevserok û wekîl hatine girtin û rexne li Ewropa anî, ji ber sedema bêdeengiya wê. Denîz got, ‘’Tenê bi hevgiriya enternasyonal li dijî Erdogan mirov dikare bisekine û ev çûna taloke were sekinandin.’’

BOSENSEE

Li herêma Bodensee ya Elmanya jî ji hêla Komleya Kurd ve çalakiye hate lidarxistin û qirkirina siyasî hate şermezakirin.

Di çalakiyê de ku nêzî 800 kes li hazir bûn, hate gotin, têkoşîna Kurd bi dehan milyon kes di nav xwe de vedihewîne û AKP wê têk biçe.

Di çalakiyê de hunermendan jî stran gotin.

NEUMUNSTER

Li Neûmunster a Elmanya bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk şeva hevgiriyê hate lidarxistin. Di şevê de qirkirina siyasî ya AKP’ê hate şermezarkirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate gotin, kesek wê nikaribe vîna Kurd radest bigire û hate xwestin ku çalakiyê domdar bin.

GAVLE

Partiya Çepgir a Swêd li Gavle çalakiyeke bi mebest şermezakirina wekîlên HDP’ê li dar xist. Navenda Civaa Kurd a Demokratîk û Komuna Jin a Warşîn jî destek dane çalakiyê.

Li ser navê Partiya Çepgir Jonas Rydberg axivî û got, ‘’Îro em di rewşeke wiha de ne ku divê her kes li dijî Tirkiyê bertek nîşan bide. Îro em ji bo vê li vir in û em ê desteka xwe ya ji bo HDP’e bidomînin.’’

Li ser navê Partiya Karkir a Demokratên Sosyal, Endamê Meclîsa Şaredariyê Îsmet  Uzun jî axivî û got, ‘’Edî em dizanin ku yek ji afirînerê girîng ê DAIŞ’ê Erdogan e. Tevgera Azadiya Kurdistanê rûyê wî yê rastî nîşanî dinyayê daye û ji bo vê jî bi ser HDP’ê de diçe û faşîzmê geş dike. Pêşîlêgiritna vê peywira me hemûyan e û li dijî faşîzmê em ê li derve bin.’’

Endamê Konseya Ewropayê Inger Schorlîng jîg ot, ‘’Ez di Konseya Ewropayê de bi endamên Tirk re dixebitim. Behsa rewşa tayebet a Tirkiyê dikin. Lê ti rewşeke taybet li pêş demokratîkbûnê nikare bibe hêncet û her wiha ji nehiqûqiyan re jî. Em Konseya Ewropayê rewşa heyî tespît dikin û tişta hewce pêşniyar dikin. Lê di şopandina pratîkê de em qels dimînin. Bi ti awayî êrîşa li ser HDP’ê nikare were qebûlkirin, em ê bişopînin.’’

Li ser navê Partiya Çepgir Sandra Soderqvîst jî helwesta partiya xwe diyar kir.

GOTEBORG

Li Goteborg a Swêdê jî Kurdistanî û dostên wan ku ev du roj bûn girtina wekîlên HDP’ê şermezar dikirin, meydan vala nehiştin. Li gel hewaya sar jî girse li hev civiya û qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bang li YE, hikûmeta Swêd hate kirin ku bi ser Tirkiyê de biçin.

SAN FRANCISCO

Li San Francîsco ya Kalîforniya jî Kurd ji bo HDP’ê derketin kolanan. Emrîkî û Ermeniyan jî destek dane çalakiya Kurdan.

Di çalakiyê de hate xwestin ku wekîlên girtî serbest werin berdan û Kurd bibin yek.

MOSKOWA

Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowayê û Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê bi çalakiyeke hevpar girtina hevserok û wekîlên HDP’ê şermezar kirin û bang li rayedarên dewleta Rûsyayê kirin ku li dijî vê êrîşa li ser vîna Kurd bibin xwedî helwestekê.

Li gel hewaya cemidî jî jin hatin cem hev û pêşî endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê Nîgar Patîyeva axivî û got, "Em bang li gelê xwe dikin li dijî vê faşîzma AKP'ê ku şaredar û wekîlên ku bi dengên bi mîlyonan hatin hilbihartin, digire, bi ruhê seferberiyê rabine ser piyan û li dijî vê faşîzma AKP’ê rawestin. Hişmendiya faşîst a Erdogan ji serî ve li dijî wê bû ku Kurd bi vîna xwe xwe bi rê ve bibin. Gelê Kurd divê vê êrîşa li ser HDP’ê weke êrîşa li ser xwe bibînin û li dijî vê bêdeng nemînin. Em hemû êrîşa bi ser vîna Kurdan de bi hêrs û kîneke mezin şermezar dikin û di serî de Rûsya, em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li dijî neheqî xwe bêdeng nekin."

Di çalakiyê de Seroka Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowayê Tara Kadir jî axivî. Kadir got, her kesê ku dibêje ez alîgirê demokrasî û aştiyê me divê li dor HDP’ê xwe bike xelek û wiha domand, "Ez êrîşa li ser hevserok û wekîlên HDP’ê bi hêrs û kîneke mezin şermezar dikim. Erdogan û hişmendiya faşîst ku ew nûnertiya wê dike, divê baş bizanibe ku bi van girtinan wê nikaribe tiştekî bi dest bixe. Ew dema wê derbas bûye ku Kurd ji zilmê re serê xwe bitewînin. Êdî her Kurd ji bo azadiya xwe û Kurdistanê divê bêhtir bixebite û êrîşa  li ser HDP’ê pûç bike. Ez jî weke welatiyeke Rûsyayê bang li rayedarên Rûs dikim, bila li dijî zilma li ser Kurdan bêdeng nemînin."

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana Jinê" û "Bijî berxwedana Bakur" bi dawî bû.

 ATÎNA

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên bi ser HDP’ê û DBP’ê de têne şermezarkirin.

Di çalakiya nobetê de ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd, li Meydana Syntagmayê pêk hat, hate gotin, ‘’Roj ew roj e ku em em li dijî tecrîda li ser Rêbertiya xwe, qeyûma derbikevin. Kurdistaniyên ku  li Yewnanîstanê dijîn divê bi domdarî derkevin meydanan.’’

Hate ragihandin ku çalakiyên ku li Yewnanîstê bi piştevaniya gelek rêxistinên demokratîk pêk tên, vê heftiya werê jî wê berdewam bikin.