Kurd di siyaseta Sûriyê de divê hişyar bin

Kurd di siyaseta Sûriyê de divê hişyar bin

Li Sûriyê tevlîheviya bikaranîna çekên kîmyewî didome. Wek rojên despêkê dîsa dewletên DYE, Brîtanya, Fransa ji herkesê dan xuya kirin ku dê destwerdanekî li ser Sûriye bike, lê dîsa hêviyên wan aliyan şikandin. 

Sûriye ne wek dewletên Lîbya, Tûnis, Misrê ye, lê aliyên li ser Sûriyê siyaset dikin, bi taybet aliyên Kurd ên nêzîkî PDK’ê hêj siyaseta li ser Sûriyê baş fam nekirine. 

Dema vê siyasteê xwe weke Encumenî Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENSK) bi rêxistin kir, li gora planên hêzên derve li bendê bû ku, şerekî navxweyî li Sûriyê derkeve, hejmara kuştiyan zêde bibe û hêzên wek DYE-Tirkiyê dest li Sûriyê wer bidin, rejîma birûxîne û cihekî bidin wan jî. Ji ber wê jî herdem xwe nêzîkî Kolîsyona Niştimanî ya Sûriyê kirin ku ew ji aliyê kolîsyona dostên Sûriyê ve wek hêza rewa tê pejirandin. Lê divê bê zanîn ku hînê vê koalîsyonê maf û hebûna Kurdan li Sûriyê qebûl nekiriye. 

Piştî civîna li Qahîreyê ya par ENKS xwe ji nav kolîsyonê vekişand. Lê kengî destwerdanek li Sûriyê ket rojevê, vê Encûmenê xwe nêzî koalîsyonê kir.

Ev di dema dawî dîsa dûbare bû. Piştî ku rejîma Baas rê da ku, komîteya lêkolîna çekên kîmyewî ya NY lêkolîna bike, li Şamê êrîşek heta niha kes nizane ji aliyê kê ve hatiye kirin pêk hat. Serokê DYE Obama bikaranîna çekên kîmyewî wek “xeta sor” a dewleta xwe binav kiribû. Vê yekê, hêviyên Kolîsyona Niştimanî ya Sûriyê û ENKS li ser destwerdanek Sûriyê û rûxandina rejîma Esad zêde kir. 

Dewleta Tirk ev hêviyê zû dît û yekser li Stenbolê di navbera ENKS û Kolîsyona Niştîmanî ya Sûriyê de civînek organîze kir. Aliyê hate xuya kirin, di vê civînê de ENKS û Kolîsyon li hev kiribûn ku, ENKS beşdarî Kolîsyonê bibe. Baş bû ku hinek endamê ENKS’ê hêj li Rojavayê Kurdistan dijîn û li gorî rastiyan lez nekirin û Koalîsyona Sûriyê ku heta niha Rojavaya Kurdistan û hebûna Kurdan înkar dike, red kirin. 

Piştî Parlementa Brîtanya daxwaza hikûmeta Îngîlîz red kir, Serokê DYE jî ji bo dest li Sûriyê werde berê da Kongreyê. Li gorî hatiye diyar kirin, dê Kongra DYE roja 9 Îlonê kom bibe. Li gorî gelek çavdêran dê Obama jî siyaseta hikûmeta Îngîlîz dûbare bike. Ev jî tê wateya; pêkhatina operasyonek li dijî rejîma Baas ya Sûriyê ji niha ve bi guman e.

Erebîsana Siûdî-Tirkiye-Qatar- Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê û hinek kesên di nava ENKS’ê de wiha hêvî dikirin ku, dê Emerîka yekser operasyona rûxandina rejîma Esad bide destpêkirin. Lê ew nirxandin ji rastiya siyaseta Emerîka, Brîtanya, Fransa dûre û ev aşkera bû. 

Ger ji bo rûyê xwe spî derxe dibe Emerîka, operasyonek dem kurt bike, lê ev di rewşa rejîma Esad de guhertinek nake. Ji xwe Obama jî di gotinê xwe da bû zanîn ku ew naxwazin rejîmê birûxînin. 

Fransa diyar kiribû, ger koalîsyonek neyê avakirin, ew beşdarî destwerdanek nabin.

Ev jî hêviyên dewletên Tirk, Erebîstana Siûdî, Qatar, Kolîsyona Sûriyê, ENKS’ê şikand.  

Çima rewşek wiha derket? 

Rûsya bi tûndî li dijî vê siyaseta destwerdana Sûriyê derket.

Çîn ku yê aboriya Emerîka li ser piyan digire, ev nepejirand. 

Piştî Esad dê li Sûriyê çi bibe, kes nikare diyar bike. 

Niha li Sûriyê hêzên Îslamî di nava Artêşa Azad’e bibandorin. Ev jî tirsa hêzên Ewropî zêde dike. 

Êdî zemînê jiyana bi hev re ya Nestûrî û Sûnî pir kêm bûye. 

Kes nikare ji Kurdan bixwaze dev ji xweseriya xwe berdin. 

Destwerdana Sûriyê tê wateya destwerdana Îran’ê û hîlala Şîa. Ev tê wateya li dijî berjewendiyê Rûsya û Çîn. 

Emerîka niha dixwaze vê însîtîfa rejîma Esad di şer de bi destxisteye, bişikîne. 

Kurd dê nekevin nava siyasetên demî û dev ji stratejiya xwe ya xeta sêyem bernedin. Dê nekevin nava kemînên gotinên hêzên navdewletî û wek hinek kesên ENKS’ê zû tevnegirin.

PDK û partiyên li derdorê xwe tevger dikin divê zanibin ku, Sûriyê ne Iraqe û Rojava jî ne Başûr e. Û siyaseta dewletên li ser Sûriyê siyaset dikin ne heman siyasete. 

Gelê Kurd û hêzên siyasî yên li Rojava bizanibin, îtîfakên bi hêzên derve, ne li ser hêzek xurt li erdê be, tu encamek li xwe nayîne. Ji bo wê jî rêveberiya demî, amadekariyên hilbijartinan û ava kirina parlementa Rojavaya Kurdistan dibe rojeva esasî.