KURD-DER’ê belgeya spasiyê da kursiyerên xwe

KURD-DER’ê belgeya spasiyê da kursiyerên xwe

Komeleya Piştevanî Çand û Demokrasiyê ya Kurd (KURD-DER) ji bo kursiyerên xwe ku di bin bana komeleyê de tevli xebatên atoyaye bûne belgeya spasiyê dan.

KURD-DER’ê ji bo ku kursiyerên xwe yên dema 1’ê Adar-1’ê Tebaxê de tevli xebata atolyeyê bibûn, bi merasîmekê li avahiya komeleyê belgeyên wan danê. Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, parlamenterên BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, nûnerên sendîkayên girêdayên KESK’ê, kursiyer, mamoste û gelek kesên din tevli bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Serokê KURD-DER’ê Mustafa Karaman axaftinek  kir. Karaman diyar kir ku divê zimanê kurdî bê hîn kirin û di her qada jiyanê de bi bandoreke mezin bê bikaranîn.

Kahraman wiha pê de Çû: “Wekê Ehmedê Xanî dibêje, hêviya me hunin, yên ku hewl didin vî zimanî hîn bikin e. Zimanê dayikê sedema hebûna mirovane. Cudahiya geolane. Divê zimanê dayikê bê parastin û pêşve birin.  Zimanê me nasnameya me ye, jiyanek bê ziman nabe. Celadet Bedirxan bigotinên wekê ‘Yan zimanê xwe hîn bikin an jî nebêjin em kurdin’ digot li zimanê xwe xwedî derkevin.”

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, her ku kurdî azad bibe, dê kurd û Kurdistan azad bibe û got saziyên wek KURD-DER rolek girîng dilîzin.

 EM DEYNDARÊ WAN E

Parlamenter Bînîcî jî wiha got: “Îro rojek dîrokiye. Em di rojek wisa de hatin cem hev. Em 35 sal berê li gundê Fîsê bi keda birêz Ocalan û hevalên wî hatin vê rojê. Em saya şehîdên xwe hatin vê rojê. Ger ew keda wan tunebûya îro em nedikarin li Enqerê bicivin. Nasnameya me zimanê me ye. Ji ber vê sedemê ez ji bo her kesê ked daye spasdikim.

Piştî axaftinan belge hatin dayin. Merasîm bi muzîkê dawî bû.