Kurd bi dirûşma "Kujer Erdogan" daketin kolanên Stuttgartê
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li bajarê Suttgart ê Elmanyayê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li bajarê Suttgart ê Elmanyayê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li Stuttgartê danê êvarê saet 20:30'î herikîn kolanên bajêr.
Girseya gel a ji çar parçeyên Kurdistanê li navenda bajêr dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tolhildan, tolhildan", "Bijî berxwedana Efrînê", "PKK, YPG", "Ciwan canfedayê Apo ne", "Kurdistan wê li faşîzmê bibe goristan" qîriyan.