Kujerên Korkmaz dê bi ‘ji qestî kes kuştinê’ bên darizandin
Kujerên Korkmaz dê bi ‘ji qestî kes kuştinê’ bên darizandin
Kujerên Korkmaz dê bi ‘ji qestî kes kuştinê’ bên darizandin
Di doza kuştina Alî Îsmaîl Korkmaz de bersûc dê bi ‘ji qestî kes kuştine’ bên darizandin.
Xwendekarê Zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz bi armanca piştgiriyê bibin Berxwedana Geziyê, tevli çalakiyên li Eskîşehîrê bû û di çalakiyan de hate qetilkirin. Îdianameya derbarê wî de hat amadekirin û bersûc dê bi ‘ji qestê kes kuştine’ bên darizandin.
Di bûyera li Eskîşehîrê pêk hat de xwendekarê Zanîngehê Alî Îsmaîl Korkmaz, di nava wan de polîs jî hebûn ji aliyê kesên sivîl ve rastî lêdanê hat û hat kuştin. Korkmazê bi giranî birîdar bû, li nexweşxaneyê 38 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.
Di dîmenên piştî bûyerê derketin holê de, polîs Mevlut Saldogan, xwediyê Nanpêja Harman Îsmaîl Koyuncu û xizmên wî Ramazan Koyuncu, Muhammet Vatanseven û Ebubekîr Harlar hatin tespîtkirin.
5 kes ji ber sûcdariya ‘ji qestî kes kuştine’ hatin girtin. Ligel 5 êrîşkarî Y.A yê ku di li Midûriyeta Polîsan a Eskîşehîrê peywirdar bû jî bi sifata ‘gumanbariyê’ îfadeya wî hat girtin û hat berdan.