‘Kujer tên berdan, girtiyên nexweş dimirin!’

Li Stenbol, Enqere û Îzmirê bi çalakiyan bal hate kişandina li ser rewşa girtiyên nexweş. Di çalakiyan de hate gotin ku kujer tên berdan, girtiyên nexweş li girtîgehan dimirin.

STENBOL

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê ya Stenbolê, bi boneya girtiyên nexweş serbest bê berdan xwestin di hefteya 410'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê polîsan dîsa parazvanên mafên mirovan asteng kirin. Parazvanên mafên mirovan ên hatin astengkirin vê carê hatin li ber avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan, wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin. Di çalakiyê de bal kişandin ser nexweşê epilepsî Velî Îlhan Ozdemir û xwestin serbest bê berdan.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê Taylan Bekin, ewil kesên di erdheja Xarpêtê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Bekin, anî ziman ku di erdhejê de girtîgeha Semsûrê zerar dît û wiha got: "Tevî ku erdhejên li pey hatî berdewam kirin jî 2 roj şûnde girtîgeh vala kirin. Ev nêzîkatiya îqtîdare ya li dijî girtiyan nîşan dide."

Bekîn, bal kişan ser rewşa girtiyê nexweş Velî Îlhan Ozdemir û wiha got: "Ozdemir di sala 2015'an de hat girtin. 14 meh şûnde hat berdan. Di 2'ê Çileya 2017’an de qeza trafîkê derbas kir. Ji meşiyê xwe emeliyat bû. Piştre felç bû. Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê rapora ji sedî 85 felç e da Ozdemîr. Dema Ozdemir dihat dermankirin di 12'ê Cotmeha 2018’an de dîsa hat girtin. Niha li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê girtî ye. Midûriyeta Tenduristiyê ya Agiriyê rapora 'Ozdemir nikare li cihê qelebalik bimîne" da. Lê tevî vê raporê Ozdemîr nayê berdan. Piştî Ozdemîr hat girtin tedawiya wî ya fîzîkê di nêvî de ma. Li girtîgehê pişta serê wî li ranzayê ket û divê bê dermankirin. Niha rîska jiyana wî eye. Ji ber platîn di laşê wî de neye nikare di cîhaza X-ray re derbas bibe. Ji ber vê yekê nikare biçe nexweşxaneyê û nikare derman bibe. Dîsa tevî hemû serlêdanê wî Gopalê Piyan nade wî. Ozdemîr nikare heta 3 salên din li hemberî vê ezîyet û êşê li ber xwe bide. Divê demek berî demekê serbest bê berdan û tedawî bibe."

Bekin, anî ziman ku bersûcê komkujiya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç li ser daxwaza Serokomar Erdogan hat berdan û wiha lê zêde kir: "Ev cot standartî ye. Gelek nexweşên bi mehan tevî kelepçeyê li nexweşxaneyan têne dermankirin hene. Lê ev girtî nikarin ji vê yekê sûdê bigirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin nexweşê epîlepsîyê Velî Îlhan Ozdemir demek berî demekê serbest bê berdan û dawî li vê cot standartiyê bînin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê û xizmên girtiyên ên Îzmirê jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Navçeya Konakê daxuyanî dan. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî", "Girtiyên nexweşiya wan giran dimirin" vekirin. Nûnerên TUHAYDER, HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl û civakî tev li daxuyaniyê bûn. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Devrim Ayik.

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Ahmet Çiçek, diyar kir ku Ayik beriya bê girtin emeliyat bûbû û wiha got: "Berê ji ber nexweşiyê hinek roviyê wî jêkiribûn. Lê piştî şertên girtîgehê rewşa wî bêtir xerab bû. Li Girtîgehê cara duyemîn emeliyat bû. Ji Girtîgeha Kiriklar a Îzmirê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kirin. Li vir 9 mehan nehat dermankirin. Pir kîlo wina kir. Bi alîkariya hevalê xwe dikare ji nava doşekê rabe. Dema rewşa Ayik xerab bû di 04'ê Kanûna 2018’an de hat berdan û di 7'ê Cotmeha 2019’an de dîsa hat girtin. Divê Ayik serbest bê berdan. Ji sedî 76 astengdar e. Gelo li benda mirina Devrim Ayık disekinin? Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin Devrim Ayik bê berdan û ger ku neyê berdan berpirsiyar rayedarên dewletê ne."

ENQERE

Înîsiyaitfa Girtiyên Nexweş jî li Enqereyê di hefteya 282'an de daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Endamên Înîsiyatifê li pêş avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Endama Lijneya Rêveber a ÎHD'ê Nuray Çevirmen, bal kişand ser mirina Huseyîn Polat ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê û wiha got: "Bi hinceta 'cih li nexweşxaneyê tune' Polat dîsa paşve şandin. Huseyin Polat ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da. Girtiyan bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Bi sedan girtî li ber mirinê ne. Yên serbest tên berdan jî piştî demek nêzîk jiyana xwe ji dest didin." 

Çevirmen, anî ziman ku bersûcê komkujiya Sivasê Ahmet Turan Kiliç li ser daxwaza Serokomar Erdogan hat berdan û wiha got: "Çima Ahmet Turan Kiliç bi efûyê tê berdan, çima girtiyên din nayên berdan. Li Antalyayê Devrim Ayik girtiyê nexweş e û divê serbest bê berdan. Heta hemû girtî serbest bên berdan em ê çalakiyên xwe berdewam bikin."