Kûbîlay: Veguhestina bacê îstîsmarkirina derfetên cemaweriyê ye

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku veguhestina pere ji bo komele û weqfên alîgirê desthilatdariyê sûc e û destnîşan kir, ku ji ber xerckirina bi rengekî ne meşrû, bacên tên komkirin ji raya giştî re nayê eşkerekirin.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay destnîşan kir ku veguhestina pereyan ji bo komele û weqfên alîgirê desthilatdariyê sûc e û bi bîr xist ku şîrketa Başketgazê di ser Kizilayê re 8 milyon dolar radestî Weqfa Ensar kiriye. Kûbîlay ev yek ji ANF'ê re nirxand.

Kûbîlay got, "Bi rêya saziyeke cemaweriyê ya bi navê Kizilayê, pere pêşkêşî Weqfa Ensarê hatiye kirin ku ev komele bi gumanbariya li ser destavêtina li zarokan deng vedaye. Lewma ev bexşa hatiye kirin cihê şermê ye. Ev yek îstîsmarkirina derfetên cemaweriyê bi destê Kizilayê ye. Ji xwe serokê Kizilayê jî di daxuyaniya xwe de got, 'Ev yek nerevandina bacê ye, xwevegirtina ji bacê ye'. Lewma bi navê dewletê baceke ku ji maliyeya cemaweriyê hatiye dizîn û bi hîleyan hatiye nixumandin. Bi rastî jî ev yek cihê şermê ye. Ev yek ji îstîsmarê jî wêdetir ji ber ku dewletê navbeynkarî ji revandina bacê ji maliyeya cemaweriyê kiriye divê weke sûcekî bê dîtin."

Kûbîlay daxwaza Kizilayê ya bi rêya twîtterê piştî erdheja li Xarpêtê ji bo alîkariyê kir, nirxand û got, "Kizilay a ku ketiye nava têkiliyeke welê qirêj û riziyayî, ji aliyê din ve şeva erdhejê bi rêya twîtterê daxwaza alîkariya 10 TL ji gel dike. Ketiye nava rewşeke bi vî rengî. Ya ji vê jî xerabtir bersiva Wezîrê Karên Hundir û Serokkomar a ji pirsa welatiyan e ku li baca erdhejê ya ji 70 milyar lîreyî ye."

Kûbîlay destnîşan kir ku pereyê ji bo baca erdhejê hatin komkirin bi rê û rêbazên nerewa hatin bikaranîn, lewma desthilatdarî di dema erdhej û afeten xwezayî de hesabê vê yekê nade.

Kûbîlay got, "Xuya ye dewletê maliyeya cemaweriyê bi rêbazên nerewa vala kiriye, pêşkêşî sermayeya alîgirê xwe kiriye û di karên ne qanûnî de bi kar aniye. Lewma ji raya giştî re eşkere nake. Bi rêya gef û şantajê hewl dide mirovan bêdeng bike."