Kûbîlay: Mebesta wan ji herêma ewle 'herêma bê Kurd' e

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay bal kişand ser gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir, ku mebesta wan ji herêma ewle 'herêma bê Kurd e'. Kûbîlay destnîşan kir, ku mafê Tirkiyeyê nîne êrîşî xaka welatekî din bike.

Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Kûbîlay bi taybetî bal kişand ser gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku demên dawî bêhtir gefan dixwe.

Kûbîlay diyar kir, piştî ku Erdogan li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî hewldana xwe ya ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand got, 'Êdî sebra me nemaye, em ê bi xwe ya dixwazin bikin, dibe ku ji nişka ve şevekê em bên'.

Kûbîlay got, "Bi taybetî Rûsya piştî civîna sê alî Tirkiyeyê teşwîq dike ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Rûsya çi dibêje bila bêje, divê Tirkiye nekeve vê xefikê. Mafê Tirkiyeyê nîne ku êrîşî xaka welatekî din bike, ti hinceteke vê ya mafdar nîne, nayê qebûlkirin. Yên ku hewl didin vê êrîşkariyê rewa nîşan bidin, yên ku hewl didin bikin ku Tirkiye êrîşî Kurdan bikin, dostê vî welatî nînin.

Mebesta wan ji herêma ewle ew e ku herêmê ji Kurdan xalî bikin. Dixwazin demografiya Bakurê Sûriyeyê biguherînin. Ya ku Erdogan li Neteweyên Yekbûyî nîşan da, 'Kembera Ereb' e ku rejîma Sûriyeyê demekê dixwest bike. Niha heman polîtîka bi destê Tirkiyeyê tê nûkirin. Penaberên Sûriyeyî wê di stratejiya 'afirandina herêma bêyî Kurdan' de tenê weke amûrekê bên bikaranîn. Di heman demê de wê tovên dijminatiya salên dûr û dirêj a navbera gelên herêmê bên çandin.

Hewldana AKP'ê ya ji bo veşartina vê rastiyê belasebep e. Qaşo dixwazin herêmeke ewle ji bo mirovên ji şer reviyane û dixwazin vegerin ava bikin. Eger beşek ji mirovên ji Sûriyeyê reviyane Tirkiyeyê piştî pêvajoya çareseriya siyasî xwe ewle bibînin û bixwazin vegerin welatê xwe, gelo wê Erdogan û Bahçelî biryarê bidin ku wê vegerin ku deverê, wê li ku bijîn?

Em dixwazin careke din destnîşan bikin ku li Bakurê Sûriyeyê tiştekî ku gefê li Tirkiyeyê bixwe nîne. Kurdên Sûriyeyî ne dijminê Tirkiyeyê ne, xwişk û birayên wan e. Li şûna ku Tirkiye dijminatiyê li Kurdên li Sûriyeyê bikin, divê feraseta jiyana hevpar a li wê deverê, divê şêweyê rêveberiya demokratîk ji bo xwe bike mînak û pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokrasiyê de çareser bike."