Kubîlay: Divê rêya çûna Imraliyê were vekirin

Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay got, ''Wekî ku astengiyeke yasayî tine divê di cih de parêzeran ji bo Imraliyê bişînin.''

Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay bal kişande ser greva birçîbûnê û bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û parlameter Leyla Guven ev 192 roj in û bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ev 18 roj in 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Kubîlay got, ew hevdîtina 2'yê Gulanê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke geşedaneke erênî dibînin û li ser daxuyaniya Serokê MHP'ê Bahçelî wan berê diyar kiribû ku daxuyaniyeke erênî ye.

Kubîlay bi bîr xist ku Wezîrê Dadê yê Tirk daxuyanî daye ku beriya bi çend rojan Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê (CPT) ya Ewropayê Imralî jî di nav de serdana gelek girtîgehan kiriye û diyar kiriye ku li ber hevdîtina li Imraliyê ti astengiyeke yasayî tine û ew girîng dibînin ku Wezîr gotiye li pêş rakirina tecrîda li Imraliyê ti astengiyeke hiqûqî û yasayî tine.

Kubîlay diyar kir ji niha û pê de tişta ku divê were kirin diyar e, wekî ku astengiyên yasayî nîn e divê parêzer zû bikaribin biçin Imraliyê û rê li ber van hevdîtinan were vekirin.

BERXWEDANA DAYIKAN

Li ber berxwedana dayikan Kubîlay got di serî de dayik çavê her kesî lê heye ku ev sûcê dermirovî demildest bi dawî bibe, tê xwestin ku nehiqûqî, nedadî û cihêkariya ku heta niha hatiye domandin xilas bibe.

Kubîlay gotina Dayika Aştiyê Nezahat Teke, ''Beriya ku em zarokên xwe di bin axê de veşêrin, em kîna dilê xwe di bin erdê de veşêrin'' bi bîr xist û got, daxuyaniyeke ji  vê kûrtir û zanatir nabe.

Kubîlay li ser gotina 'cêhil' a ji bo dayikan jî got, ''Cêhiliya herî mezin e ku mirov ji bo dayikeke ku bi xwendin û nivîsînê nizane cêhil bibêje. Dibe ku ev dayik bi xwendin û nivîsînê nizanibin lê tiştek heye ku xwendin  û li aqilê xwe nivîsîne, ew jî ew e ku zarokên xwe bidin jiyîn.''

'PARÊZER DIVÊ BIÇIN IMRALIYÊ'

Kubîlay bi domdarî got, ''Wekî li ber tecrîda Imraliyê ti astengiyeke yasayî tine, parêzer demildest divê bikarbin biçin Imraliyê. Heke ji niha û pê de wê parezeran neşînin Imraliyê ev rewş beriya her tiştî kêfî ye, siyasî ye û ji bêqîmetbûna gotinên Rêzdar Wezîr pê de nayên ti maneyê.''