Kubîlay: Desthilatdarî ev 16 sal in xwîna gel dimije

Alîkarê Hevserokatiya HDP'ê Gunay Kubîlay bal kişande ser bernameya AKP'ê û got, ''Desthilatdarî ev 5 hezar û 850 roj in xwîna gel dimije''. Kubîlay got krîz girantir dibe û diyar kir, ''Gel di sendoqê de wê bersivê bide''.

 Alîkarê Hevserokê HDP'ê Gunay Kubîlay li ser bernameya îcareyê ya 100 rojî ya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan axivî.

''TI GAVEK DI BERJEWENDIYA GEL DE NEAVÊTIN'

Kubîlay got, ''AKP ne tenê ev 100 roj in ev 5.850 roj in kanên vî welatî dixwe. Di vî 100 rojî de çi bû, heke em pirseke wiha bikin bersiv wiha ye; krîzeke giran çêbû, kûra dowîzan zêde bû, destmiz kêm bûn, bêkarî û gendelî zêde bûn'' û bi berdewamî got, ''Di vî 100 rojî de ti gavek ji bo berjewendiya gel nehatiya avêtin.'' Kubîlay her wiha diyar kir AKP di mijara çareseriya pirsa Kurd de ti gav neavêtiye û got di sendoqê de wê bersivê ji vîna gel bistînin.

'KRÎZ GIRAN DIBE'

Kubîlay diyar kir, di vî 100 rojî de ya derketî holê ew e ku bi her biryarname û biryarnameya bi hikmê qanûnê nediyariya pergalê û krîza girantir dibe.

Kubîlay got îro li gel ku 100 roj derbas bûye jî li Tirkiyê û Kurdistanê krîza ji hêla siyasî, aborî û hiqûqî giran dibe.

DI 100 ROJÎ DE ÇI BÛ

Kubîlay her wiha got, di vî 100 rojî de rêjeya enflasyonê û faîzê zêde bûye, 560.000 kes bêkar maye, dahat û lêçûna bûdçeyê hev negire, deynê kamûyê zêde bûye, 359 karker di dema kar de mirin, mehmiza herî kêm, ketiye bi ya sala 2001'ê, 3.000 fîrmayan konkordato ragihandine.

'WÊ DERSEKÊ BIDIN AKP'Ê'

Alîkarê Hevserokê HDP'ê Gunay Kubîlay dawiyê got, di sendoqê de wê bersivê bidin AKP'ê û domand, ''Biya me bersiva hewce ya li dijî vê qerneya AKP'ê ya li dijî gelan, gel wê di sendoqê de bidin. Em bawer dikn AKP ya ku vîna sendoqê tehdît dike, bi vê qerneyê wê ji sendoqê dernekeve. Bi gelê xwe re em ê notaya hewce bidin xwediyê vê qerneyê.''