Krîza Amerîka-Îran û AKP'ê

Ji xwe Tayyîp Erdogan, di rastiyê de dîktatoriya yek kesî a faşîst ava kiriye. Bi referandûma 16’ê Nîsan û piştevaniya Devlet Bahçelî re dixwaze kirasekî hiqûqî li vê rewşê bike. Ji bo piştevaniya NATO û Amerîka bigire, bi hemû hêza xwe dixebite.

Ez van hevokan beriya Referandûma 16’ê Nîsanê û bêy ku ji encaman agahdar bim dinivîsim. Lê hûnê vê nivîsê, piştî referandûmê bixwînin. Lewma hûn dikarin nirxandinên hê kûrtir û berfirehtir bikin. Ji ber vê jî, ji niha de bilêvkirina hinek tiştan heya hefteya pêşiya me, wê zêde cîhê xwe negire û ne bi wate ye. Ji xwe di vê mijarê de bi giştî tişta ku were gotin, di her aliyan de hatiye gotin, lê bêy ku encaman bizanin û gotina ku herî dawî em bêjin ev e; Encamên Referandûmê wê li dijî faşîzmê, pêvajoyek nû ya tekoşînê bide destpêkirin û ji niha şûnde jî bi tenê, wê tekoşînek wiha û serkeftina wê rewa be. 

Ji xwe Tayyîp Erdogan, di rastiyê de dîktatoriya yek kesî a faşîst ava kiriye. Bi referandûma 16’ê Nîsan û piştevaniya Devlet Bahçelî re dixwaze kirasekî hiqûqî li vê rewşê bike. Bi vî rengî dixwaze û pilan dike kû, li dijî her cûre mexalefetê, desthilatdariya xwe ya faşîst dirêj bikin. Li hindûr tevî ku rê û rêbazek wiha esas digre jî, lê li derve, ji bo piştevaniya NATO û Amerîka bigire, bi hemû hêza xwe dixebite. Di vê mijarê de jî bikaranîna tevahiya derfet û fersendan esas digrin.

Heya niha ji ber ku hevalbendên NATO’yê bûn ji Amerîka destek digirtin. Lê rêveberiya Erdogan, bi hevkariya ligel DAÎŞ’ê û tekoşîna li dijî wê de ev sedemên hevalbendiyê gelek caran binpêkirin û vala derxistin. Bi heman rengî di demên borî de argûmanek din a girîng jî, têkiliya wan a bi KDP’ê re bû. Bi vê têkiliyê re armanc dikirin ku li dijî PKK’ê, piştevaniya Amerîka bigrin û li ser vê bingehê jî hêvî dikirin ku, çi bixwazin wê bi Amerîka re bide qebûl kirin. Lê ev jî vala derket û kêr nehat. Her çendî bi riya wan têkiliyan de li dijî PKK’ê, piştevaniya Amerîka girtibin jî, lê belê heman destek li dijî PYD’ê nekariye bigrin. Lewre ji bo dirêjkirina dema desthilatdariya xwe,vê piştevaniya derve jî têrê nekiriye.Têkiliya bi Rusya-Îran’ê, ku li dijî Amerîka û Ewropa şantaj e, rêveberiya AKP’ê xistiye nava rewşeke gelek xerab û jêneveger.

Niha jî rêveberiya Erdogan ji bo têkilî û piştevaniya derve, di nava hewldanên bikaranîna krîz û rageşiya Amerîka-Îranê de ye. Çawa ku rêveberiya Trump li dijî Îranê daxuyanî da; rêveberiya Erdogan hevdîtin û tifaqên li Astanayê ji bîr kirin û li dijî Îranê daxuyanî dan. Di heman demê de piştî pirsgirîka bikaranîna çekên kîmyewî de û ji aliyê rêveberiya Trump ve bi fuzeyan lêdana artêşa Suriyê de jî, rêveberiya Erdogan ji bo di rêza pêşî de rêveberiya Amerîkayê destek bikin, bi herkesê re ketin nava pêşbirkê de. Bêguman ev jî li ser rageşî û krîza Amerîka-Îranê de pêkhatiye.

Hîna di dema pêvajoya propagandayên hilbijartina serokatiyê de gelek derdoran digot; eger namzetê Komargeran biserkeve, wê carekdin têkiliyên Amerîka-Îranê berbi rewşeke aloz û pevçûnan ve bibe dikirin.Nêrîn û bendewariyek  wiha, hîna wê demê jî hebû. Lê tikes ne li bendê bû ku rêveberiya Amerîka evqas bi lezûbez tevbigere. Rêveberiya Trump daxuyaniya xwe ya yêkemîn a derbarê siyaseta derve de, li ser Îranê da û got; Îran "welatê ku terorê belav dikeye". Kesên ku rewşa Sûriyeyê ji nêz de nizanibin,wê ji van gotinan ku hinek tiştan tîne bîra mirov, tiştekê jê famnekin. Lê di vir de tehdît, li ser Sûriyeyê ye û şerê li Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre. Rêveberiya Amerîka bi wê daxuyaniyê, li dijî derbaskirina hêzên Heşt el Şabî li xaka Suriyeyê de, yekser Îran hişyar kiriye.

Bêguman her kes bi meraq li benda rêveberiya Trump bû, ku wê li derve siyasetek çawa bimeşîne. Di vê çarçovê de wê têkiliyên Amerîka-Rusya di kîjan astê de be, û ev têkilî bi lihevhatinê an jî wê bi pevçûnan berdewam bike,ji aliyê herkesê ve pir bi dîqqet dihate şopandin. Ji ber ku ev têkiliyene ji nêz de hem heremê, hem jî cîhanê eleqedar dike. Jibo têkiliya mijara gotine ye bendewariya giştî jî, wê li gorî berê, hê bêtir di nava lihevkirinê de birêve biçe ye. Ji xwe hem Amerîka hem jî ji aliyê Rusyayê ve nîşaneyên bi vî rengî eşkere dibin.

A rastî, di gelek mijarên ku dihate meraq kirin de tevî ku demek dirêj jî li ser derbasbûye, lê hîna jî zelalbûnek tûneye. Mînak rêveberiya Trump wê li derve siyasetek çava bimeşîne û li Sûriyeyê de bi çi rengî tevbigere ne hatiye zelal kirin. Li aliyê din, di nava sê rojan de li dijî rêveberiya Esad, dû helwestên politik yên bi nakok û dijêhev hate nîşan dan. Destpêkê hate gotin kû, rêveberiya Esad ne pirsgirîka sereke ye, lê piştî sê rojan şûnde, bikaranîna çekên kîmyewî weke sedem hate nîşan dan û bi fuzeyan li artêşa Sûriyê dan. Di heman demê de rêveberiye Esad weke rêveberiya nayê xwestin hate îlan kirin.

Bêguman ne mîna Amerîkayê bi tenê serê xwe, divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê her kesê ve helwest were nîşan dan û weke sûçê mirovahiyê werî qebûl kirin.Amerîka armanca bikaranîna fuzeyan bi vî rengî pênase dike.Di vê mijarê de tişta girîng,di hindûrê sê rojan de ji aliyê rêveberiya Amerîka ve nîşandana dû helwestên politik yên bi nakok û dijêhev in. Jibo hêzeke weke Amerîka, ku di asta cîhanê de bi tesîre û siyasetê dimeşîne mijareke girîng e. Ji ber ku di vir de nêzîkatiyên stratejîk, zêde xwe nîşan nade, beravajî vê nêzîkatiyek taktîkî û rojane xwe didin der. Lewma ne diyere ku wê rêveberiya Amerîka ji niha û şûnde çi bike û çawa tevbigere.Yanî mirov dikare bêje; Rêveberiya Amerîka dikare di her kêliyê de li herkesê bide.Lewre divê, li beramberê rêveberiya Trump herkes bi hişyarî tevbigerin.

Bêşik, mirov dikare bêje, rêveberiya Trump, bi êrîşa fuzeyan re nimayîşkariya hêza xwe nîşan daye û ji hevdîtinên Astanayê re jî wekî bersivek hatiye dayîn.Ev bûyera mijara gotinêye, bêgûman têkiliyên Amerîka û Rûsya di asteke cîddî de aciz kiriye û hetta gelek derdoran têkiliyên niha, piştî şerê cîhanê yê dûyemîn şûnde, weke têkiliyên herî rakêşandinê binav kiriye. Tevî ku herkes li benda lihevhatinê bû, rageşî û aciziya di navbera Rûsya û Amerîkayê de herkesê heyirandiye. Her çendî di navbera her dû dewletan de ji bo pêşîgirtinê hevdîtin pêkhatibin û ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve daxuyaniyên mîna "Êdî li Sûriyeyê dema bi dawî anîna şer hatiye" hatibin bilêvkirin jî, ciddîbûna têkiliyên her dû dewletan berdewam dike.Ev rewşe, sînyalên şîddet û berfirehiya şerê sêyemîn ê cîhanê nîşan dide.Bi kurtî; têkiliyên Rusya û Amerîkayê de jî hîna zelaliyek tûne ye,dibe ku hem lihevhatin, hem jî pevçûn pêkwerin. Lewma pêwîste ev her dû îhtîmal li ber çavan bêne girtin û li gorî vê jî siyaset were meşandin.

Aliyê zelal yê şer û pevçûnên dawî yên li ser Sûriyeyê de; asta krîz û rageşiya di têkiliyên Amerîka û Îranê de ye. Heya mirov dikare bêje; ji bo hişyarkirina Îranê, Amerîkayê êrîşa bi fuzeyan lidar xistiye, û şereke nû yê Amerîka û Îranê destpêkiriye. Herçiqas ev krîz û pevçûnên mijara gotinê ne li Sûriyeyê û qismek jî li ser Iraqê bin jî, lê dibe ku ber bi nava sinorên Îranê ve biçe. Yanî wê bereyê rojhilatê Rojhilata Navîn jî bibe qada şereke mezin û ev şere jî, wê li heremê hê berfirehtir û bêtir kûrr bibe.

A rast di pêşketinên heyî de em zêde nexapiyan e û me bi rastî şîrove kiriye. Lewre me gelek caran bal kişan de li ser van pêşketinan û ev jî rastiye ke. Lê belê em jî evqas zû, ne li benda rewşa şerên ku mijara gotinê bûn. Me hizirdikir ku piştî bi sistembûna rojavayê heremê şûnde, dibe ku gavên bi vî rengî werin avêtin. Lê diyare ku hemû qadên heremê û pirsgirîkên wê jî di nav hevde ye û jiber vê, lêgerînên çareseriyê jî divê, di nava hevsengiyek wisa de were birêvebirin.

Mijara din jî, ku me destpêkê behskiriye, helwesta AKP’ê ye. Rêveberiya AKP’ê dixwaze rageşî û krîza Amerîka-Îranê ji bo xwe bike riyeke rizgariyê. Li dijî Îranê bi rêveberiya Amerîka re hevparbûn û li ser vê bingehê jî dixwaze piştewaniyek xurt ji rêveberiya Amerîka bistînin. Di vir de nêzîkatiyek sûdewar heye û ji bo temenên desthilatdariya xwe dirêj bikin,pişta xwe dane krîz û şer an. Berî her tiştî ev helweste pir xerab û dijminane ye.Ya dudûyan jî, bi vê helwesta xwe zehmete ku piştevaniya ji rêveberiya Amerîka dixwazin bi destbixin.Beravajî,dibe ku ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve helwest û nêzikatiyek dijber bibînin. Bi kurtasî, ev hêviya Tayyib Edogan jî pir eşkereye ku wê vala derkeve.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA