Kremlîn: Pûtîn û Trûmp li ser Sûriyê li hev kirin! -NÛ BÛ

Serokê Rûsya Putîn û Serokê DYA’yê Trûmp li civîna APEC’ê ya ku li Danang a Vîetanamê hatin cem hev.

Berdevkê Kremlînê Dîmîtry Peskov diyar kir ku Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn qebûl kirine ku li ser Sûriyê daxuyaniyeke hevpar bidin.

Hate diyarkirin ku daxuyanî ji bo hevdîtina Trûmp û Pûtîn bi taybetî hatiye hazirkirin.

Hate diyarkirin ku Pûtîn û Trûmp li hev kirine ku ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê domdar be û bûyerên taloke werin astengkirin divê rêyên ji hev agahdarbûnê werin avakirin.

Ajansa Rûs Tass jî xalên ku aliyan li hev kirine, da. Li gorî nûçeya Tassê xalên ku derketine pêş wiha ne:

Pûtîn û Rûsya li hev kirine ku di krîza Sûriyê de çareseriyeke leşkerî wê neyê ditin;

-Du lîderan bang li hemû aliyên bendê yên Sûriyê kirine ku bi rengekî aktîf tevlî pêvajoya çareseriyê ya Cinêvê bibin;

-Pûtîn û Trûmp li ser yekeretiya xaka Sûriyê, serxwebûn û serweriya w êli hev kirine;

-DYA û Rûsyayê ji bo ku ji şer xwe dûr bigirin li hev kirine ku rêyên têkiliyê werin danîn;

-Du lîderan li hev kir ku ji bo DAIŞ’ê têk bibin hewldanên xwe bidomînin.