Li Qazaxistanê balafir ket: 42 kesan jiyana xwe ji dest dan
Balafira Rêhewayên Azerbeycanê ya ji Bakuyê ber bi Grozniyê ve diçû ket. Muretebat jî di nav de ji 67 kesên di balafirê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balafira Rêhewayên Azerbeycanê ya ji Bakuyê ber bi Grozniyê ve diçû ket. Muretebat jî di nav de ji 67 kesên di balafirê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balafira Rêhewayên Azerbeycanê li nêzîkî bajarê Aktau yê Qazaxistanê ket xwarê.
Çavkaniyên herêmî ragihand ku di balafirê de 62 rêwî, 5 personelên balafirê tevahî 67 kes hebûne.
Wezareta Rewşên Lezgîn a Qazaxistanê ragihand ku 42 kesan jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne.
Her wiha Rêhewayên Azerbeycanê da zanîn ku ji 62 rêwiyan 37 kes welatiyên Azerbeycanê, 16 kes welatiyên Rûsyayê, 6 kes welatiyên Qazaxistanê û 3 kes jî welatiyên Qirxizistanê ne.
Hate ragihandin ku şewata ku ji ber ketina balafirê derketî, hatiye vemirandin.
Li gorî hin çavkaniyên Rûsyayê jî balafir ji Bakuyê ber bi bajarê Grozni yê Çeçenistanê ve diçû û ji ber mija li bajarê Grozniyê rotaya xwe guherandiye.