Koordînasyonê ji bo 24'ê Hezîranê bang kir

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ku ji bo destekê bide HDP'ê û Demîrtaş ava bû, diyar kir ku dengdana li derveyî welat qediya ye, lê belê pêvajoya hilbijartinê dewam dike.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê, spasiya her kesên ku tevlî karê hilbijartinê bûne kir. Koordînasyonê bang li dengdêrên ku heta niha dengê xwe nedane kir ji bo li deriyên sînor dengê xwe bidin. Her wiha ji her kesên li derveyî welat xwest, bi rêya dost, nas û malbatên xwe yên li welêt karê hilbijartinê bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de li Ewropayê, li Kanada, Japonya, Awûstralya, DYA û Afrîka Başûr karekî xurt hatiye kirin û dengên li derveyî welat hatin dayin, ji dengên dema referandûmê derbas bûne.

Koordînasyonê diyar kir, bi hezara dildarên Kurd, Tirk, Ermenî, Laz, Çerkes, Asûrî-Suryanî, Elewî, Misilman, Xiristiyan, jin, ciwan, kal û pîr, rewşenbîr, demokrat û hemû mûxalîfên civakê, ji bo azadî û wekheviyê li dora HDP û Demîrtaş di bloka demokrasiyê de li hev civiyan û bi vî rengî tevgeriyan.

Koordînasyonê bi bîr xist ku bi hezaran kesên li derveyî welat, li dijî bloka desthilatdariya faşîst û antî demokratîk, bi şiyara 'EM Ê BI SER BIKEVIN' karê hilbijartinê kirin û ji ber keda wan a li demokrasî û azadiyê, spasiya wan kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dengdana li derveyî welat qediya be jî, hilbijartin hîn neqediya ye û hate gotin, "Heta 24'ê Hezîranê divê em bi heman biryardarî û tempoyê ji bo hilbijartinên li welêt seferber bibin."