Konseya YE: Bila PKK di lîsteyê de bimîne
Konseya YE: Bila PKK di lîsteyê de bimîne
Konseya YE: Bila PKK di lîsteyê de bimîne
Ji bo doza PKK ji lîsteya “rêxistinên terorîst” a Yekîtiya Ewropayê de bê derxistin, Konseya YE parastina xwe ji Dîwana Edaletê ya Ewropa re şand. Konseya YE ku mayîna PKK’ê di lîsteyê de parast, nêrîna, “Îngîltere û DYA ku PKK’ê wek rêxistineke terorê dibînin ji bo YE, PKK’ê bixe lîsteyê sedemeke ku têr dike” parast.
Yekîtiya Ewropayê ji sala 2002’yan ve ku her 6 mehan carekê dirêj dike di lîsteya “rêxistinên terorîst “ de cih daye PKK’ê jî. Lê belê bi taybet piştî şerê li hember çeteyên DAIŞ gelek alî tînin ziman ku êdî pêwîst e PKK ji lîsteyê bê derxistin.
Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin, li ser navê endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan û Duran Kalkan parêzerên Hollandî di 1’ê Gulana 2014’an de serî li Dîwana Edaletê ya Ewropayê dabûn. Li gor prosedurê di dozên ku li Dîwana Edaletê ya Ewropa tê vekirin ji 28 endamên YE welatek parastinê dike.
KONSEYA YE ÎNGÎLTERE Û DYA SEDEM NÎŞAN DA!
Lê belê dema ti welatan mijara “Bila PKK di lîsteyê de bimîne negirt ser xwe” Konseya Yekîtiya Ewropayê ket dewreyê û parastina xwe ji dadgehê re şand.
Konseya Yekîtiya Ewropayê got, "PKK hê jî organîzasyoneke terorîst e. Alavên di şer de li hember terorîzmê tên bikaranîn li gor hiqûqê mirovan ê navneteweyî ye. Îngîltere û DYA ku PKK’ê wek rêxistineke terorê dibîne ji bo YE, PKK’ê bixe lîsteyê sedemeke ku têr dike.”
Lê belê parêzerên PKK’ê li hember vê parastina Konseya YE derketin û û gotin ku ev li dijî rêvebernameya Konseya Yekîtiya Ewropa û hiqûqa navneteweyî ye.
Yek ji parêzeran Marîa van Eîk têkildarî dozê ku agahî dan ANF’ê got, "Ji ber di pevçûnên bi çekan ne mimkun e mirov hiqûq bişopînin, rêvebernameya hejmar 2580-2001 a YE nikare bê pêkanîn.”
Parêzer diyar kir ku mafê parastinê yê PKK’ê jî bi taybet hatiye îxlalkirin.
'PIŞTÎ KOBANÊ DIBE KU WELATÊN YE LOBÎ BIKIN'
Parêzera PKK’ê Marîa van Eîk got ku piştî berxwedana Kobanê di navneteweyî destek girt, pêvajoyek nû hat destpêkirin û wiha axivî:
"DYA bi piştgirîdayîna Kobanê de rolekî dilîze. PKK wek rêxistineke teorîst di lîsteyê de ku cih digire, destekkirina muxalifên Kurdan zehmet dike. Ji ber ku ev lîsteya YE dixe nav zehmetiyan. Ev rewş li gor pêşveçûnan dibe ku bandoreke pozîtîf bi xwe re bîne. Dibe ku ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin welatên YE lobî bikin.”