Konseya Ewropayê ji Enqerê xwest dijwariya polîsan bê cezakirin
Konseya Ewropayê ji Enqerê xwest dijwariya polîsan bê cezakirin
Konseya Ewropayê ji Enqerê xwest dijwariya polîsan bê cezakirin
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê xwest, der heqê polîsên di xwepêşandanên ji bo Parka Geziyê de dijwarî bikaranîne de lêpirsîn bê vekirin û sûçdar bên cezakirin.
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muiznieks piştî serdana pênc rojan a li Stenbol û Enqerê, li Strasbourgê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hewceye der heqê hemû bûyerên polîsan dijwarî bikaranîne lêpirsîn bê vekirin û sûçdar bên cezakirin."
Muiznieks bibîr xist ku ji ber dijwariya karmendên dewletê nehat niha nehatiye lêpirsîn, Tirkiye gelek caran ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye mehkûmkirin.
Komîser ragihand ku wî di dema serdana xwe ya li Tirkiyê de, li ser dijwariya polîsan û binpêkirina mafên mirovan gelek îddîa komî ser hev kiriye û ev hemû jî bi şahidan, wêne, vîdeo û raporên tenduristiyê hatine piştrastkirin.
Komîser Muiznieks got, "Pirraniya şahidan, li ser mijara bikaranîna dijwar a bombeyên gazê û êşkenceya di binê çavan de ne."
DI ENCAMA DIJWARIYA POLÎSAN DE 7 HEZAR KES BIRÎNDAR BÛN
Polîsan roja Şemiyê jî dest li çalakgerên xwestin têkevin Parka Gezî, bi dijwarî werdan. Polîsan li dijî çalakgeran ava şid û bombeyên gazê bikar anîn û herî kêm 59 kes kirin bin çavan.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a li ser binpêkirinên mafên mirovan ên di dema çalakiyên Parka Gezî de rû dan, ji 27'ê Gulanê heta 24'ê Hezîranê di encama destwerdana polîsan de 7 hezar û 681 kes birîndar bûn, ji van 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi giştî 2 hezar û 841 kes hatin binçavkirin û herî kêm 70 kes hatin girtin.