Kongreyên NCDK dewam dikin

Li bajarên Elmanya Nîenbûrg, Bremen, Maînz û Frankfûrtê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin.

Li bajarên Elmanya Nîenbûrg, Bremen, Maînz û Frankfûrtê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin.

NÎENBÛRG

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Nîenbûrgê dijîn, xebatên xwe yên beriya niha bi rengê komunan dimeşand, veguherandin meclîsê.

Kongre bi beşdariya 50 delegeyan li saloneke Şaredariya Bajarê Nîenbûrgê hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna canagoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Li ser navê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer di axaftina vekirinê ya kongreyê de bal kişand ser girîngiya navendên civaka demokratîk û destnîşan kir, ku bi vê yekê ve wê derfetên vegotin û çareserkirina pirsgirêkên civakî, siyasî, çandî û aborî zêdetir bibin.

Piştî axaftinan 41 kes ji bo 10 komîsyonên rêxistinbûyîn, ciwan, çand, aştî û lihevkirin, têkiliyên derve, spor, ziman û perwerde, dîsîplîn, Rojava û malbatên şehîdan hatin hilbijartin. Ji bo hevserokatiya meclîsê jî Cîhan Omer û Mazlûm Kobanê hatin hilbijartin.

BREMEN

Kongreya NCDK a li bajarê Elmanya Bremenê jî di şexsê Mehmet Tûnç û Asiye Yuksel de diyarî hemû şehîdên xwerêveberiyê yên Sûr, Cizîr, Silopiya û herêmên din ên Kurdistanê hat kirin.

Hevseroka KCD-E Dilşah Osman li vir axivî, sê jinên şoreşger ên li Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr xist û banga xwedîderketina li bîranîna wan kir.

Di kongreyê de raporên karê salekê hatin xwendin û piştre hilbijartin hat kirin. Di hilbijartinê de 63 endamên komîteyên têkiliyên bi gel re, aştî, ciwan, çand, têkiliyên derve, yekîtiyên olî, yekîtiyên parçeyan, çapemenî û weşan, perwerde, malbatên şehîdan, dîsîplîn û kontrolê hatin hilbijartin. Navê Navenda Civaka Demokratî jî weke NAV-DEM Bremen aht guhertin. Nûrsîn Îmret û Saît Bîlgîn bûn hevserokên NAV-DEM Bremenê.

MAÎNZ

Kongreya asayî ya NCDK a Maînzê jî bi axaftina hevserokê berê Bînalî Çelîk destpê kir. 

Piştî Çelîk Yakûp Guneş peyivî û diyar kir, peymana Sykes-Pîcot û peymana Lozanê êdî ji bo Kurdan bêwate ne. 

Piştî xwendin û nirxandina raporên li ser karên salekê, hilbijartin hat kirin û tevî hilbijartina 36 kesên endamên komîsyonên çand, civakî, têkiliyên derve, ciwan, rêxistinbûyîn û Rojava, Bînali Çelîk û Gulsum Sevîm bûn hevserok.

FRANKFÛRT

Kongreya NCDK a Frankfûrtê bi tevlîbûna 100 delegeyan bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Ji rêveberên NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan û siyasetmedarê Kurd Botan Cizîr li vir axivîn.

Piştî axaftinan raporên li ser karên salekê hatin xwendin û nirxandin. Dûre Meclîsa ji 51 kesan hat diyarkirin. Alî Goyî û Sûltan Karayîgît bûn hevserokên meclîsê. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

...