Kongreya TUHAY-DER’ê hate kirin: Çareserî li Îmraliyê ye!

1’emîn Kongreya Awarte a TUHAY-DER’ê hate lidarxistin. Di kongreyê de Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî û got; “Cihê çareseriyê li Îmraliyê ye.”

Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TuHAY-DER), bi şîara “Em ê bibin dengê berxwedana zindanan a li derve” 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre, li Avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bagcilarê, hate lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, rêvber û endamên bajêr û navçeyan, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û nûnerên gelek sazî û dezgehan beşdarî kongreyê bûn. Pankarta “Di sosyalîzmê de israr, di mirovbûyînê de israr e” bi salona kongrevê hat kirin.

Heverokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek piştî hilbijartina dîwanê axaftina destpêkirinê ya kongreyê kir. Çîçek, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de kêmasiyên me yên têkoşînê çêbûn. Bi vê yekê re serkeftinên me jî çêbûn. Jiyan polîtîk e û divê em rêxistinbûyîna xwe ya polîtîk pêş bixin ku em teqez qezenc bikin.”

‘CIHÊ ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’

Çîçek, têkildarî pirsgirêka kurd jî axivî û wiha got: “Polîtîkayên li ser rêzdar Ocalan dewam dikin, îro belavî tevahiya welat bûye. Cihê çareseriyê jî Îmrali ye. Yên ku deriyên Îmraliyê girtine, wisan difikirin ku wê me teslîm bigirin. Lê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û emê qezenc bikin.”

‘WÊ NEKARIN DAYIKAN JI ZAROKÊN WAN DÛR BIXIN’

Parlameterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyûz piştî axaftina Çîçek axivî diyar kir ku girtîgeha neynika Tirkiyeyê ne. Îpekyûz, da zanîn ku ew ê tu carî dest ji piştevaniya malbatên zarokên wan girtîne bernedin û wiha got: “Heta bêje zarokan ji malbatên wan dûr dixin û dişînin girtîgehên herî dûr. Gelo sedema vê yekê çi ye? Lê ew çi bikin bila bikin, wê nekarin dayikan ji zarokan wan dûr bixin. Em baş dizanîn ku dayikên me li ber girtîgehan rastî kîşan zorî û zehmetiyan tên. Divê em jî vê rastiyê li ber çavan bigirin û wisan tevbigerin.”

DEMÎRTAŞ: TÊKOŞÎNA WE HÊZÊ DIDE ME

Dûre nameya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ji Girtîgeha Edîrne şand, hat xwendin. Demîrtaş di nameya şand de wiha got: “Têkoşîna we ya li derve moral û hêzê dide me. Ev roj wê derbas bibin û bêguman em ê di rojên azad de dîsan bên gel hev. A girîng ew e ku em çiqas ji bo rojên azad têdikoşin.  Hûn beşa herî bi nirx a vê têkoşînê bi rê ve dibin. Ez hêvîdar im ku kongreya we bi serkeftî derbas bibe û em silavên xwe yên germ dişînin.”

Piştî xwendina nameya Demîrtaş, rapora faaliyet û aboriyê hat xwendin. Dûre jî rêveberiya nû ya komeleyê hat hilbijartin.