Kongreya Gelan a Kolombiyayê: Em êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar dikin
Kongreya Gelan a Kolombiyayê da xuyakirin, ku ew piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê ya Kurdan û êrîş, zilm û zexta girtinê ya li rêveberên HDP'ê tên kirin, şermezar kir.
Kongreya Gelan a Kolombiyayê da xuyakirin, ku ew piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê ya Kurdan û êrîş, zilm û zexta girtinê ya li rêveberên HDP'ê tên kirin, şermezar kir.
Kongreya Gelan a Kolombiyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ew piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî HDP'ê jî şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di çarçoveya pêvajoya azadiyê ya gelê Kurd de mafê serweriyê yê gelê Kurd heye û hat gotin, "Em, zextên giran ên hikûmeta Tirk a bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî hêzên mûxalîf û hewldanên krîmînalîzekirina protestoyan, red dikin.
Êrîş, binçavkirin û girtina li dijî gelê Kurd û nûnerên wan tê kirin, parçeyek ji şîdeta dewletê ye ku ji Tîrmeha 2015'an û vir ve li Kurdistanê dewam dike. Di nava 10 rojên dawî de ev şîdeta dewletê gihîştiye asta herî bilind."
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa hêzên dewletê ya li dijî protestoya 26'ê Cotmeha 2016'an a li ber avahiya şaredariyê û hat ragihandin, ev êrîş û hêrsa dewletê bi taybetî li dijî jinên li refên herî pêş bûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke Kongreya Gelan ew têkoşîna jinên ji bo azadiyê li ber sîstemê radibin, silav dikin û ev êrîşa li dijî nûnerên jin û saziyên Kurdan bi tundî hate şermezarkirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di sibeha 4'ê Mijdara 2016'an de 11 parlamenterên HDP'ê hatine binçavkirin, bi endametiya 'rêxistina terorê' û 'gefa li yekîtiya dewletê' tên sûcdarkirin û hat gotin, li Tirkiyey niha navgînên medya civakî yên mîna Facebook, Twîtter, Youtube û WhatsApp hatine astengkirin.
Kongreya Gelan got, "Armanc, sansurkirina nûçeyên li ser bûyerên polîtîk û astengkirina protestoyên gengaz e. Bi vê sansura li dijî medya civakî re, mafê civaka Tirkiyeyê yê azadiya raman û ragihandinê hatiye binpêkirin."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku 21 saziyên medyayê yên li Tirkiyeyê hatine girtin û hat gotin, "Ev yek, êrîşa ji bo bêdengkirina medyaya rexnegir e."
Kongreya Gelan a Kolombiyayê êrîşên bi rêk û pêk ên li dijî jinên Kurd şermezar kir û wiha dewam kir:
"Di nava 15 mehên dawî de bi qasî 100 jin hatin kuştin, bi hezaran hatin binçavkirin û bi sedan hatin girtin.
Em dixwazin rêveberên siyasî û rojnamevan derhal bên berdan.
Gultan Kişanak (Hevşaredara Bajarê Mezin ê Amedê) û Ayla Akat Ata (Berdevka Demî ya Kongreya Jinên Azad-KJA) di 25'ê Cotmehê de bi rengekî li derveyî qanûnan hatin binçavkirin û girtin.
Kadrî Gursel (Endamê Desteya Rêveberiyê ya Rojnameya Cûmhûriyetê), Mûrat Sabûncû, Guray Oz (Rojnamevan) û Mûsa Kart (Karîkaturîst) ji 31'ê Cotmehê û vir ve tevî nivîskar û edîtorên din li girtîgehê ne.
Îdrîs Balûken (Cîgirê Serokê Koma HDP'ê, li Çewlikê) û Leyla Bîrlîk û Nûrsel Aydogan (Parlamenter) û 7 parlamenterên din ji 5'ê Mijdarê û vir ve girtî ne."
Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza azadiya girtiyên siyasî hat kirin.