Kongreya Gel a Mezopotamyayê komplo şermezar kir

Kongreya Gel a Mezopotamyayê komploya navneteweyî şermezar kir û got, "Heta ku faşîzma dewleta Tirk têk biçe bila her kes li qada çalakiyan bin."

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê, bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de komplo hate şermerzarkirin û hate gotin, tevî ku bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd komplo hatibe pûçkirin jî, lîstikên hêzên navneteweyî û herêmî yên li ser çarenûsa gelê Kurd dwam dikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê belê ev gelê fedakar, şoreşger, welatparêz û dostên wan, wê bi têkoşînê her komployê pûç bikin. Greva birçîbûnê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir pêl bi pêl belav dibe."

Di dewama daxuyaniyê de bang li kar, gundî, şorşeger, gelên bindest, demokrat, azadîxwazan hate kirin ku bi gelê Kurd re heta têkbirina faşîzma dewleta Tirk li qada çalakiyan bin.

Kongreya Gel a Mezopotamyayê diyar kir ku gelê Asûrî-Suryanî wê timî bi gelê Kurd re be.