Kongreya Gel a Mezopotamyayê: Em li her cihî li ber darbeya AKP/Qesrê rabin

Kongreya Gel a Mezopotamyayê got, "Parlamenterên dîl hatin girtin, temsîla gelên Tirkiyeyê dikirin. Bi dîlgirtina wan re, dewlet bi dijminane nêzî me gelan dibe. Li welatê em lê ne, li her cihî divê em bi xurtî li ber vê yekê rabin."

Konseya Rêveber a Kongreya Gel a Mezopotamyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da xuyakirin, dewleta AKP'ê mafya faşîst-Îslamîst e, hevserok û parlamenterên HDP'ê ku bi mîlyonan deng standine, revandiye û dîl girtî ye.

Kongreya Gel diyar kir, piştî ku ev partiya mafyayê hat ser desthilatdariyê, qanûna li gorî dilê xwe bi cih anî, ya bi xweşiya wê neçû qet nas nekir û wiha dewam kir: "Di salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de got, 'pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e, ez ê çareser bikim'. Tevî vê yekê radibû pirsa 'derxistina hindikahiyan ji vî welatî, eger ne faşîzm be, hingî çi ye?' dikir. Lê piştî demeke kurt ji bo pirsirêka Kurd got, 'Eger tu lê nefikire, hingî nîne'. Dema qala hindikahiyan jî dikir, bi gotina 'efû bike ji ber ku dibêjim Ermenî' heqaret kir. Vê zîhniyeta faşîst-Îslamî di destpêkê de hevşaredar, piştre hevşaredarên bajarê mezin û herî dawî parlamenter dîl girt.

Em dixwazin vê yekê bînin bîra vê çeteya faşîst-Îslamîst a bûye mafya; di ser pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an re 32 sal derbas bûn. Di nava vê demê de li Tirkiyeyê 6 Serokkomar, 12 hikûmet, 10 Seokwezîr û 12 Serokên Fermandariya Giştî hatin û çûn. Temamiya van, mîna ku lê aliqî bin digotin 'Pirsgirêka Kurd cuda ye, PKK cuda ye', 'Li ber qedandinê ne, di biharê de wê biqedin'. Bi van gotinan, we dewlet anîn asta mafyayê, ku hiqûqê nas nake. We wekîlên me yên bi dengên gelan hatine hilbijartin dîl girtin. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Divê hemû derhal bên berdan.

Weke saziyeke gelê Asûrî-Suryanî em vê bangê li gelê xwe yê li çar aliyên cîhanê ye dikin: Parlamenterên dîl hatin girtin, temsîla gelên Tirkiyeyê dikirin. Dewlet bi dîlgirtina wan re bi dijminane nêzî me dibe. Hûn li ku derê dibin bila bibin, lazim e nerazîbûna xwe bi rengekî herî bi bandor nîşan bidin."