Kongreya DOKH’ê li Wanê pêk hat
Kongreya DOKH’ê li Wanê pêk hat
Kongreya DOKH’ê li Wanê pêk hat
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) duyemîn Kongreya xwe ya Asayî li Wanê pêk anî. Kongre bi xwendina nivîsa li ser hişmendiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd dest pê kir. Hevseroka BDP’a WAnê Fîgen Yaşar di kongreyê de axivî û got: “Têkoşîna çekdarî ya 35 salan cihê xwe daye têkoşîna demokratîk. Ev ne dawiya destpêkek nû ye.
Hevseroka BDP’a Wanê Fîgen Yaşar, cigirê şaredariyê Gulbahar Orhan û gelek jin tevli kongreyê bûn. Di kongreyê de nivîseke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin.
Fîgen Yaşar destpêkê axivî û diyar kir ku Newroza Amedê bo gelê kurd gelek girîng bû got: “Têkoşîna me ya 36 salan a çekdarî bi peyama serokatiya me cihê xwe da siyaseta demokratîk. Ji Newroza Amedê heta niha 3 meh derbas bû. Em bi perspektîfa Rêber Apo ketin vê pêvajoyê. Em dizanin ku di vê pêvajoyê de barê herî giran dikeve ser milê me jinan. Em dê bi rumeteke mezin vê pêvajoyê bidomînin. Dibe ku em hinekî biwestin lê divê em hinek din jî kedê bidin, em vÊ ji bo ewladên xwe, welatê xwe û gerîlayên xwe dikin. Wek hun dizanin gerîla vedikişin. Dema PKK vana dike, dewlet li aliyekê din qerekolan ava dike. Pergala cerdevaniyê dimeşîne. Em vê rewşê naxwazin. Em dê sabotekirina vê pêvajoyê asteng bikin.”
Piştî axaftina Yaşar kongre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir