Kongreya Asayî ya 8’emîn a PYD’ê dest pê kir

Kongreya PYD’ê ya ku partiya lokomotîf a Şoreşa Rojava ye, bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

Kongreya 8’emîn a PYD’ê ya ku partiya lokomotîf a Şoreşa Rojava ye, bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

Kongreya bi şîara ‘Bi Yekîtiya Demokratîk Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin, Rêveberiya Xweser Pêşbixin û Sûriyeya Demokratîk Ava Bikin’ tê lidarxistin.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran delege, endam û hemwelatî tevlî kongreyê bûne. Di heman demê de nûnerên gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî jî, nûnerên Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk, TEV-DEM, nûnerên gelên Kurd, Ereb, Siryan, Asûr, Ermen, Tirkmen û Çeçen jî tevlî kongreyê bûne.

PYD’ê kongreya xwe ya beriya vêya di 27-28’ê Îlona 2017’an de li dar xistibû.

Kongre bi axaftina Hevserokên PYD’ê Şahoz Hesen û Eyşe Hiso didome.