Kongreya 3. CDK-F hat lidarxistin
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) 3. kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) 3. kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) 3. kongreya xwe ya asayî pêk anî.
Kongre bi beşdariya bi sedan delege û dostan, li avahiya Partiay Komunîst a li Parîsê hat lidarxistin. Kongreya ku li dû deqeyeke rêzgirtinê destpê kir diyarî welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr ê pêr li Parîsê jiyana xwe ji dest da hat kirin.
Piştre ji bo dîwanê siyasetmedarê Kurd Fûat Kav, Mûrat Ceylan û Jale Bîngol Yûrtsever hatin hilbijartin.
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan û siyasetmedarê Kurd Fûat Kav li kongreyê axivîn.
Koçyîgît bal kişand ser 'Plana Têkbirinê' ya dewleta Tirk li gorî modela Srî Lankayê li dijî Kurdan xistiye meriyetê û got, "Kurd kodên vê rejîmê eşkere dike û nîşa dide jiyaneke din pêkan e. Ev rewş AKP'ê aciz dike. AKP û hêzên Qesrê ji pîvanên vê jiyana nû tirsiyan. Lewma îdeolojiya Osmanî ya faşîst û paşverû xistin dewrê. Li hemberî hêzên azadiya jinê û demokrasiyê dixwazin, ew radibin îdeolojiya yek şexsî û dîktatoriya faşîst diparêzin. Şerê niha diqewime, di navbera van her du nêrînan de ye. Sîstema heyî xwe di nava rewşeke xetere de dibîne. Bi taybetî ditirsin ku statuyek mîna ya Kurdên li Rojava, li Bakur jî pêk were. Dizanin ku rewşa li Rojava wê li cihên din jî belav bibe. Ji ber vê yekê qesrê li dijî vê rewşê şer daye destpêkirin. Welatên hûn lê dijîn, di vê rewşa li Tirkiyeyê de para xwe hene. Vê rewşê nîşan daye ku demorkasiya Ewropayê dikare bişikê û durû ye."
Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî da xuyakirin, ku di pêvajoya diyalogê de tevî hemû hewldanên mijûlkirin û astengkirinê jî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê wê, ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayînde her tişt kirin. Kav got, "Lê belê hikûmeta Qesr/AKP'ê bi biryara xwe ya sala 2014'an ve plana têkbirin û serîtewandina Kurdan xist dewrê. Bi konsepa Srî Lankayê, plana tinekirina topyekûn xist meriyetê."
Berdevka navneteweyî ya Partiya Komunîst a Fransayê Lydia Samarbahksh, Hevseroka Solîdîrate Kurdistan Sylvie Jan, ji Meclîsa Şaredariya Champîngy Gauthier Lahore, li ser navê Alternatîve Lîbertaîre Jean Yves, nûnerê Nouveu Partî, Antîcapîtalîste Lebruja Rapahael, nûnerê Mouvement d'ensemble Emre Ongen, nûnerên ACTIT û DIDIF'ê kongre silav kirin û jê re serketin xwestin.
Piştî dayîna mesajan û axaftinan, rapora karê salekê û maliyeyê ya CDK-F hat xwendin û nirxandin. Piştre hilbijartin hat kirin û Cemîl Renklîçay û Vedat Bîngol ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.