KONGRA GEL: Xwedî li Rêber Apo û Efrînê derkevîn

KONGRA GEL a ku komploya navneteweyî şermezar kir, bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd ji bo mirovahiyê bûye hêvî. KONGRA GEL, meşvanên meşa dirêj silav kirin û banga hê xurtir a xwedîderketina li Efrînê kir.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL, bi boneya 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya KONGRA GEL wiha ye:

“Komploya Navneteweyî di salvegera 19’an de ye, hemû hêz, kesayet û saziyên kû destê wan di vê komployê de heye ku Rêber Apo xistine di nava esaretê de şermezar dikin. Hêzên komploger ên ku tenê ji ber berjewendiyên xwe têkoşîna azadiya gelekê dikin qûrban, gelê Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiya paşverû qet vê ji bîr nakin.

Ev 19 sal in Rêber Apo li Girava Îmralî bi awayekî dij hiqûqa netewî û navneteweyî di nava tecrîdekî girankirî de tê ragirtin. Tenduristî û ewlekariya wî di metirsiyê de ye. Malbat û parêzer jî di nav de rê nadin ku hevdîtin bê kirin. Niha têkildarî tenduristî û ewlehiya wî agahiyek di destê me de nîne.

 ‘JI BO MIROVAHIYA PÊŞVERÛ BÛYE HÊVÎ’

Tevî hemû şert û mercên giran ên Îrmarlî Rêber Apo bo sekin û berxwedana dîrokî ya raber kîr komploya navneteweyî vala derxistiye. Bi pradîgmaya ku pêşkêşî civakê kirî di serî de ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata navîn ji bo hemû mirovahiya pêşverû bûye hêvî. Bi vîzyona li hemberî Modernîteya Kapitalîst Komfederalîzma Demokratîk ji bo hemû mirovahiyê bûye çavkaniya jiyanê.

MEŞVANÊN MEŞA DIRÊJ Û EFRÎN HATE SILAVKIRIN

Ji ber vê ji gelek welatên cuda şoreşgerên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Apo û xwedîderketina li Efrînê û protestokirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber apo ji Lozanê ber bi Cinêvê ve ketine ser rê. Dîsa jî ji Amarîkaya Latîn bigire heta Japonya, Avûstûralya, Kanada û gelek welatên Ewropa û çar aliyên cîhanê mirov ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne. Em van çalakiyan pir bi wate dibînin û bi navê KONGRA Gel hemûyan silav dikin.

Têkoşîna Rêber Apo ya ku dixwestin bi komployê tine bikin îro li Rojava Bakurê Sûriyeyê bûye yekane ramana xwe îfadekirin û pêkve jiyanê. Li ser vê yekê Erdoganê ku xwe li vê ranagire bi êrîşkirina li ser Efrînê re sivîlan dike hedef û qetil dike. Bi bêdengbûna hêzên navneteweyî re dibin şirîkê sûcên Erdogan ê faşîst.

Gelê me û dostên me ji bo komploya navneteweyî û êrîşên dagirkirinê yên li ser Efrînê protesto bikin li qadan û kolanan in, bêdengiya hêzên navneteweyî protesto dikin. Em gel û dostên xwe ji ber çalakî û berxwedana wan pîroz dikin. Bi çalakiyên xwe raya giştî hişyar dike, di serî de ji bo tevgerkirina NY’yê û hemû saziyên navneteweyî zextê lê dike.

‘SALVEGERA 20’AN A KOMPLOYÊ WÊ QEDERÊ DIYAR BIKE’

Em sala 20’an a Komploya Navnetewî pêşwazî dikin. Di vê pêvajoyê de wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan hê bêhtir geştir bibe. Krîz û kaosa ku li Rojhilata Navîn wê hê kurtir bibe. Dewletên olîgarşîk yên desthilatdar yan wê bi demokatîkbûyînê vê pêvajoyê derbas bikin yan jî wê bikevin nava krîzekî siyasî û ekonomî ya kurtir û giran.

Ji ber vê sedemê sala 20’an a Komploya Navnetewî ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, di serî de ji bo gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe salekî ya qederê. Rêwşa Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê ji bo xistina qesra saltanatê ya Erdogan şertên pêwîst ava dike. Jİ ber ku hilweşandian faşîzma Erdogan wê hemû mirovahî qezenç bike.

‘LI EFRÎNÊ WÊ GEL BISERBIKEVE, FAŞÎZM TÊK BIÇE’

Çawe Kobanê bû destpêka hilweşandina DAIŞ’ê, serketina berxwedan Efrînê jî wê bibe destpêka hilweşandian faşîzma Erdogan. Ji bo vê ji bi hêzên demokratîk û şoreşger ên Tirkiye dibin pêşengtiya gelê Kurdistanê de bi piştgiriya demokrasiya cîhanê divê em xwedî li Efrînê derbikevin û berxwedanê geştir bikin. Li Efrînê wê gel biserbikeve, faşîzm wê têk biçe.”

Têkçûna faşîzmê li Efrînê; wê bibe destepêkirina mîladekî nû ji bo gelên Rojhilata Navin, Tirkiye û Kurdistanê. Ev rewşa tê wateya azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê, demokratîkbûan Trikiye, dibin pêşengtiya Federasyoan Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê avakirina Sûriyeyekî Demokratîk û li hemû Rojhilata Navîn bi perspektîfa ‘Netewa Demokratîk’ di nava wekhevî, demokrasî û azadiyê de jiyana gelane.

Ji ber van hemû sedaman di vê pêvajoyê de tevlîbûnekî bihêz ya ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriya Efrînê û Komploya Navnetewî gelek giringe. Di çalakiyan de divê em dengê xwe bi hêzekî mezin bilind bikin û hem xwedî li Rêber Apo û xwedî li Efrînê derbikevîn.

‘BI AWAYEKÎ BIHÊZ BEŞDARÎ ÇALAKIYÊN 16 Û 17’Ê SIBATÊ BIBÎN’

Li ser vî bingehî em vê bangê li tevayî hemû mirovahiya bi hestiyar dikin;

Roja 16’ê Sibatê li Cinêvê li ber NY ji bo bêdengtiya li ser Efrînê protesto bikin, hemû kesên bihestiyar yên li Swîsreyê dijin beşdarî mîtîngê bibin.

Roja 17’ê Sibatê jî ji bo protestokirina Komploya Navnetewî li Strasboûrgê meş û mîtîng wê were lidarxistin. Hemû gelê me bi awayekî bihêz beşdarî çalakiyê bibin û divê starta têkoşîna sala 20’an a tinekirina sîstema Îmraliyê were dayîn.”