KONGRA GEL salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
KONGRA GEL salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
KONGRA GEL salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir
Hevserokatiya KONGRA GEL, 36’emîn salvegera dameziandina PKK’ê pîroz kir.
Hevserokatiya KONGRA GEL daxuyaniyek nivîskî da û 36’emîn salvegera PKK’ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku salvegera damezirandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo û li hemû qehremanên ku di têkoşîna destanî de cih digirin, gelê fedakar, dostên Kurdan pîroz be.
Her wiha hate destnîşan kirin ku şehîdên ku di têkoşîna destanî de roleke mezin lîstine jî bi rêzdarî bibîr tînin û careke din soza xwe ya ji bo pêkanînên xeyalên wan dubare dikin.
KONGRA GEL di daxuyaniyê de diyar kir ku ji avabûna PKK’ê heta niha di her sala ku derbas bûye di serî de li Kurdistan, li her qadê ku têkoşîn tê meşandin, guherînên mezi afirandiye û pergala heyî berevajî kiriye. KONGRA GEL got: “Dîroka PKK’ê, dîroka azadbûna li ser esasê veguherina civaka Kurd de bûye îrade, dîroka vejîna Kurdên azad e.”
GEŞEDANÊN ŞOREŞÎ HAT AFIRANDIN
Di pêngava derketinê ya destpêkê de hedef ev bû ku kurdên kola bikin kurdên azad. Beyî ku Kurdên Azad bên afirandin, bi Kurdanê teslîm hatine girtin re tu tiştek ne mumkun bû ku pêk bê.
Di vê esasê de ji bo ku di her qadê jiyanê de civakek wekhev bê afirandin, têkoşîneke dîrokî hate meşandin. Bi pêşengiya jinê bedelên meizn hatin jiyîn bi têkoşîna civakî ya demokratîk re ji bo zîhniyeta serdest ya mêr ji holê rabe, geşedanên şoreşî hate afirandin. Têkoşîna azadiya jinê, di esasa hişmendiya azadiya jinê û di esasa bixwebawerbûnê de îradeya jiyana azad hat afirandin. Ev îradeya azad a jinên Kurd îro li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ji jinan re pêşengiyê dike.”
PKK BÛ HÊVIYA BINDESTAN
Daxuyaniya KONGRA GEL wiha berdewam kir: “Di roja îro de li dijî pergala navneteweyî û herêmî ya ku hebûn û mafên gelê Kurd red dike de, divê niha bi pergala civakî ya alternatîf re statuya Kurdên azad bê qebûlkirin.
Şoreşa rojava jî ev e. Bi pergala modernîteya demokratîk a ku wek alternafîta li dijî pergalên cîhanê hate afirandin re, li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji gelê bindest re hêvî ava kir.”
DIVÊ EM LI SER HEDEFÊ KUR BIBIN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew salvegera 36’emîn a PKK’ê di geşedanên dîrokî de pêşwazî dikin û hat gotin ku qedexeyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên li dijî PKK’ê êdî bê wate bûne.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Divê em van qezencên stratejîk bi têkoşînê mezin bikin û sala 37’an bi azadiya Rêber Apo û gelê xwe temam bikin. Xetereya DAIŞ’ê ya li ser şoreşa Rojava didome. Peywira herî sereke ya sala pêş ev e ku faşîzma DAIŞ’ê têk biçe û pêşeroja demokratîk a gelê Rojava û yên Sûriyeyê bê afirandin.
Her wiha hedefa herî esas a sala pêş azadiya Serokatî û gelê me ye. Di rastiya ku em li ser van hedefan kûr bibin de em di 37’emîn sala PKK’ê de ji hemû gel, dost û hevalên xwe re serkeftinê dixwazin.”