KONGRA-GEL ji bo meşa li Parîsê bang kir

KONGRA-GEL qetlîama li Parîsê şermezar kir û got: “Di 11’ê Çileyê de li Parîsê em bibin dengê Sara, Rojbîn û Ronahî.”

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera qetlîama Parîsê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd hatibûn qetilkirin. Em bi rêzdarî pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi bîr tînin.

Ji ber ku ev qetlîam kiriye, em dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Ligel ku belge hene MÎT’a Tirkan ev qetlîam kiriye jî edaleta Fransayê berpirsê qetlîamê dernexistiye holê û ceza li wan nebiriye. Em vî tiştî qebûl nakin. Tevgera Jinên Azad di serî de, wê rêxistinên jinan ên navneteweyî û gelên Kurdistanê heta dawiyê bibin şopdarên vê dozê û ew ê hesap ji kujeran bixwazin.

Di salvegera vê qetlîamê de, em di 11’ê Çileyê de li Parîsê tevlî meş û mîtînga ji bo lêgerîna edaletê bibin.”