KONGRA GEL: Em bang dikin ku 23'yê Adarê li Frankfûrtê bin

KONGRA-GEL got, ''Bi berxwedana xwe me dewlet aniye ber rewşa têkçûna aborî û siyasî'', bang ki ku her kes bi rengekî xurt tevlî pîrozbahiya Newrozê ya li Frankfûrtê bibe.

Dîwana Hevseroktiyê ya KONGRA-GEL Newroz pîroz kir û bang kir ku her kes bi rengekî xurt tevlî Newroza li Frankûrtê, ya 23'yê Adarê bibe.

'DEWLET LI BER RÛXÎNÊ YE; DIVÊ EM QADAN TIJE BIKIN'

KONGRA-GEL diyar kir, şertê berdest ê Newroza 2019'an û yên Newrozên berê cuda ne, Tevgera Aadiyê bi berxwedana 40 salî ya li dijî polîtîkayên îmha û înkarê ya dewleta Tirk a li ser Kurdan dewlet aniye ber rewşa têkçûna aborî û siyasî, dewlet a ku pir tengezar bûye ji bo ku hilneweşe tim êrîşê tîne ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê.

KONGRA-GEL bi domdarî got, ''Gel û Tevgera Azadiyê li dijî van êrîşan li her qadê bi dirûşma, ''em tecrîdê bişkînin, Kurdistanê azad bikin'' li ber xwe dide û em Newrozê pêşwazî dikin. Rêber Apo li Imraliyê li ber xwe dide. Bi pêşengiya Leyla Guven ji heft hezarî zêdetir hevrêyên Rêber Apo li ber xwe didin. Hevrêyên Mazlûm, Xeyrî û Kemalan Zulkuf Gezen bi çalakiya fedaî berxwedanê geş dike. Gelê me û gerîla li ber xwe didin. Bi giştî li Ewropayê û bi taybetî li Elmanyayê gelê me li ser navê hemû berxwedêran divê qadên Newrozê tije bike û daxwazên wan bi rengekî xurt bîne ser zimên.

Ji bo ku tecrîd bişike û faşîzm hilweşe divê em bi sed hezaran kes qadên Newrozê tije bikin.

Divê em bersiva hewce bi rengekî xurt bidin Erdogan ê faşîst ku gelê me, nasnameya me, welatê me, nirxên me kêm dike. Divê em cejna Newrozê li Frankfûrê qadan tije bikin.''

'23'YÊ ADARÊ EM LI FRANKFÛRTÊ BIN'

KONGRA-GEL bi domdarî got hem ji ber sedemê ku li jor diyar kirine û hem jî ji bo ku bersiveke xurt bidin polîtîkayên hikûmeta Elman ên li bara pirsa Kurd, ew bang li gelê Kurd dikin ku bi rengekî xurt tevlî Newroza Frankûrtê ya li Elmanyayê ya 23'yê Adarê bibin.

KONGRA-GEL bi domdarî got, ''Ji bo ku em  bikin ku hikûmeta Elman ku li bara grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven ku ev 134 roj in didome, xwe kerr û kor û lal dike, tevbigere, em bang li hemû gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku di Newroza Frankfûrtê de ji xwe re mîna peywir bibînin ku bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê, werin Newrozê.

Ji bo ku em li daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger xwedî derkevin, ji bo ku em bibin dengê wan ê xurt, em bi derdora xwe re, bi rengekî girseyî tevlî Newroza Frankfûrtê bibin.''