Kongra Gel Cejna Vejînê pîroz kir
Kongra Gel Cejna Vejînê pîroz kir
Kongra Gel Cejna Vejînê pîroz kir
Hevserokatiya Kongra Gel bi wesîleya 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da û got: “PKK’ê gelê ku dihat xwestin ji sahneya dîroka cîhanê bê rakirin, ji nûve derxist sahneya dîrokê.”
Kongra Gel destnîşan kir ku desta rizgariya ku jin ji pergala mêr rizgar kiriye. Kongra Gel di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Bi wesîleya salvegera damezradina PKK’ê em cejna vejînê li Rêber Apo, gerîlyan, girtiyên azadiyê, gelê xwe yê welatparêz û dosên xwe pîroz dikin û coş û kelecana wan ji dil parve dikin.
Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe bi hurmet û rêzdariyê bibîr tînin û soza xwe ya ku dê xelatên wan yên azadiyê dê pêk bînin, dubare dikin. PKK destana vejînê ya ku gelê kurd ji asta tunebûnê careke din derxistiya sahneya dîrokê ye.
Ji ber vê yekê PKK di heman demê partiyeke jina ye. Di pêvajoya 35 salan de beriya her tiştî di enama têkoşîneke bihempa de nasnameya azad û kesê azad yê kurd hat afirandin. Çand û kesayeta demokratîk û şoreşger ya ku hate afirandin re, hedefa herî mezin ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala ev bû di înşakirina civakek polîtîk û ahlaqî de geşedanên girîng biafirîne. Ev têkoşîn azadî û demokrastiyê ya bi pêşengiya jinê hatiye meşandin, di heman demê de riya rizgariya gelên Rojhilata navîn jî nîşan dide.
Mînaka herî bi bandor şoreşa jinan ya li Rojava derketiye pêş e. Şoreşa Rojava ku di esa netew demokratîk bûnê de civaka demokratîk înşa kir, di heman demê de ji têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Rojhilata Navîn re jî pêşengiyê dike.
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengiya PKK û KCK’ê tê meşandin, di çareseriya pirsgirêkên herêmî de êdî aktora serekeye.
Tevgera azadiyê û gel di 36’emîn sala damezrandina PKk’ê de bedel çi dibe bila bibe azadiya Rêberê Gelê kurd hedef dike. Azadiya serokatiya me azadiya gelê me ye. Ev di heman demê de azdiya hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîne.
Ji bo vê divê di esasa netew demokratîkbûnê de têkoşîn bê bilind kirin û pergala civaka demokratîk bê înşakirin û divê zor li hikûmeta AKP’ê bê kirin ku bi Rêber Apo re muzakereyan bike. çareserî ancax bi vê pêkane. Em heta dawiyê bi gelê xwe bawerin ku dê van faliyetên înşakirina civakî bimeşîne.
Hilbijartinên sala pêş dê raste rast bandorê li ser înşakirina pergala civakî bike û encamên hilbijartinan ji bo gelê kurd û Kurdistanê gelek girînge. Ji ber vê jî em bang li gelê xwe dikin ku bila yekitiya netewî a demokratîk û piştevaniyê biafirînin. Em di 36’emîn sala PKK’ê de ji hemû gelê xwe û dostên xwe re serkeftinê dixwazin.”