KONGRA-GEL: Şoreşa Rojava pêşengiya gelên Rojhilata Navîn dike

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava peyameke pîrozbahiyê weşand. Di peyamê de hate diyarkirin ku Şoreşa Rojava ji bo gelan û hemû mirovahiyê bûye hêviya jiyana azad û wekhev.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama KONGRA-GEL ev tişt hatin diyarkirin:

"Em salvegera 6’emîn a Şoreşa Rojava li gelên Kurdistanê û Sûriyeya Demokratîk û li mirovahiya pêşketî re pîroz dikin. Em bi wesîleya salvegera 6’emîn de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînin. 

Bi wesîleya 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava de em bi taybetî hemû şervanên YPG, YPJ û QSD’ê, HPC û Hêzên Asayîşê ji dil pîroz dikin û ji bo wan serkeftinê dixwazin. Ew hêviyên gelên me ne û hemû mirovahiya pêşketî bi berxwedana wan serbilind in.

Şoreşa Rojava pêşengiya rizgariya gelên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Turkmen û hemû ol û baweriyan Rojhilata Navîn dike. Şoreş bi qehremanî û pêşengtiya jinê re bû şoreşa jinê, bû şoreşa civaka azad û li ser hemû jinên cîhanê bandoreke mezin pêk anî. Li ser vî esasî ji bo gelan û ji bo mirovahiya pêşketî re jî bû hêviya jiyana azad û wekhev. 

Ji ber vê yekê jî di heman demê de ji bo êrîşên dewletên dagirker û taybetî ji bo dewleta Tirk bû hedefa herî mezin. Dewleta Tirk ya ku dijminê hebûna gelê Kurd e, bi alîkariya Rûsyayê û bi destûra hin welatan Efrîn dagir kir, bi çeteyên xwe qetlîamên mezin çêkir û hê jî qetlîaman dike.

Lê belê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, gelê Efrînê û şervanên Efrînê berxwedaneke dîrokî pêş xistin û heta azadkirina Efrînê jî ev berxwedan wê berdewam bike. Berdêl çi dibe bila bibe, serketin ya gelê Efrînê û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi vê wesîleyê em gelê me yê Efrînê berxwedêr û gelê li kampên Şehpayê de berxwedana xwe berdewam dikin, wan bi rêzdarî silav dikin. 

Dewleta Tirk dixwaze ligel Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûrê Kurdistanê jî bi seranser dagir bike û hemû destkeftiyên gelên Kurdistanê têk bibe. Ji ber vê yekê jî têkoşîna li hemberî dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo gelên Kurdistanê peywira herî sereke ye. Di vê demê de têkoşîna gelê her çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat ya esasî, têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk e. Hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî diyar kir ku faşîzma Erdogan êdî bi hilbijartinan têk naçe. Pêwîst e gelên li dijî faşîzmê têkoşîna xwe di hemû deveran de bi hev re geş bikin û heta serketinê jî bênavber berdewam bikin. 

Şoreşa Rojava di heman demê de di rojeva mirovahiya pêşketî de cih girt. Gelek şoreşgerên enternasyonalîst ji bo serketina şoreşê hatin Rojava û şehîd dan. Bi taybetî van şehîdên enternasyonalîst yên ku çar aliyên cîhanê hatin û di şoreşê de şehîd ketin em bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ev şehîên enternasyonalîst di şoreşa azadî û demokrasiya gelan de wê her tim bijîn. 

Ji bo hemû gelên Kurdistanê, dema xwedîderketina li Şoreşa Rojava ye. Gava yekemin jî rizgarkirina Efrînê ye. Rizgarkirina Efrînê wê bibe destpêka têkçûna faşîzma Erdogan û bi rizgarkirina Efrînê re wê çareseriya doza Kurdan dest pê bike. 

Li ser vî esasî banga me ji gelê me re ev e ku ji bo sala 7’emîn bibe sala serkeftinê, pêwîst e em di hemû qadan de têkoşîna xwe bilind bikin. Di vê çarçoveyê de em car din 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava li gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û li hemû hevalan pîroz dikin."